6`ê Gulanê nîşaneke reş e di dîroka Tirkiyê de

Dîroka Tirkiyê tijî mînakên komkujî û binpêkirinên li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne. Ji xalên reş ên dîroka Tirkiyê rêzekiryarên ku di salên cuda de rastî roja 6`ê Gulanê hatine, di vê rojê de li dijî rewşenbîr û ronakbîrên Ereban komkujî hatiye kirin, şoreşgerên Tirk Denîz Gezmîş hate darvekirin û êrîşek li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat.

Dewleta Osmanî û paşê jî dewleta Tirkiyê di pêvajoyên dîrokê de gelek komkujî li dijî gelên herêmên pêk anîne. Hin ji van komkujiyan rastî roja 6`ê Gulanê hatine.

6`ê Gulana 1916`an

Roja 6`ê Gulana sala 1916`an serleşkerê Osmanî û yek ji lîderên Îtihad û Terakiyê Cemal Paşa ku di nava Ereban de wek Cemal Paşayê Sefah anku xwînrêj tê naskirin, komek ronakbîr û rewşenbîrên Ereban li Sûriye û Lubnanê bi dar ve kirin. Ronakbîrên Ereb bi tawana ku sîxurên Brîtanya û Fransayê ne û hewl dane ji dewleta Osmanî qut bibin, hatin bidarvekirin.

Kiryarên bidarvekirina ronakbîrên Ereban cara yekemîn roja 6`ê Gulanê û cara duyemîn jî roja 21`ê Tebaxa heman salê, li Qada Elburc a Beyrûtê û Qada Mercê ya Şamê pêk hatin. Jixwe Qada Elburc niha wek Qada Şehîdan tê naskirin.

8 Ronakbîr û rewşenbîrên ku li Şamê hatin bidarvekirin ev in:

Şefîq Bêk Mueyid El-Ezim ji Şamê, Şêx Ebdilhemî El-Zehawî ji Himsê, mîr Umer El-Cezayirî ku neviya mîr Ebdilqaditê Cezayirî ye ji Şamê, Selîm El-Cezayirî ji Şamê, Şikrî Bêk El-Eselî ji Şamê, Ebdilwehab El-Ingilîzî ji Şamê, Refîq Riziq Selûm ji Himsê, Reşîd El-Şema ji Şamê.

Li Beyrûtê jî 13 ronakbîr hatin bidarvekirin, navên wan ev in:

Betro Bawlî, Yûnanî ye li Beyrûtê dijî, Curcî El-Hedad ji Cebel Lubnan, Seîd Fadil Eqil ji Damûr, Umer Hemed ji Beyrûtê, Ebdilxenî El-Irêsî ji Bêrûtê, Şêx Ehmed Tebara imamê Camiya El-Nofer a Bêrûtê, Mihemed El-Şentî Elyafî ji Yafa, Tewfîq El-Bisat ji Syda, Seyfedîn El-Xetîb ji Şamê, Elî bin Umer El-Neşaşîbî ji Qudsê, Mehmûd Celal El-Buxarî ji Şamê, Emîn Lutfî El-Hafiz ji Şamê û Nûredîn El-Qadî.

Kiryarên dewleta Osmanî ta roja îro jî ji aliya dewleta Tirk ve dewam dikin, hikûmeta AKP`ê bi serkêşiya Erdogan heman kiryarên reş li dijî gelên rojhilata navîn pêk tîne, bi taybet li Sûriyê û Iraqê, axa van herdû welatan kiriye hêlîna terorê da ku karibe xewna bavikên xwe yên Osmanî pêk bîne.

Erdogan û partiya wî li gor hişmendî û planên Îtihat û Terakiyê tev digerin, nexşeyên wê serdemê hilgirtine û şûrê terorê li ser serê gelên herêmê hildane.

6`ê Gulana 1972’yan

Deniz Gezmîş şoreşgerekî têkoşer û Tirk e, ji damezirînerên Partiya Karkeran a Tirkiyê ye. Partiya wan li dijî emperyalîzmê daket xwepêşandanan, di dema xwepêşandanê de yek ji xwepêşandêran şehîd bû. Dema ku xwestin cenazeyê şehîd bibin goristanê, desthilata Tirkiyê dest danî ser cenazeyê, piştî wê li Tirkiyê xwepêşandan pêk hatin. Deniz Gezmîş ji aliyê hêzên dewletê ve hate girtin. Piştî ku zindanê derket bi hevalên xwe re sala 1968`an rêxistina ciwanan damezirand. Armancên rêxistinê azadî û serxwebûna Tirkiyê bû li dijî destwerdana Amerîkayê bû, wê çaxê rêxistinê daxuyaniyek belav kir û doza eşkerekirina kujerên hevalê xwe kir.

Gezmiş di pêvajoya têkoşînê de gelek caran hate girtin, paşê berê xwe da Lubnanê û li kampên Filistînê tev li perwerdeyê bû û dîsa vegeriya Tirkiyê da ku têkoşîna xwe dewam bike. Roja 16`ê Çileya 1971`an hate girtin û di 6`ê Gulana sala 1972`yan de bi hevalên xwe Huseyin Inan û Yûsiv Aslan re li zindana Enqereyê hate bidarvekirin.

6`ê Gulana 1996’an

Roja 6`ê Gulana sala 1996`an rejîma Tirkiyê li paytexta Sûriyê Şamê hewldana kuştina rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Hewldana ku bi rêya erebeyeke bombekirî pêk hat, têk çû.

Kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê ta roja îro jî dewam dikin, bi hezaran têkoşerên Kurd yên dijberî rejîmê di zindanan de ne, niha jî bi sedan ji wan girtiyan li hember tecrîda li dijî rêberê gelê Kurd di berxwedana greva birçîbûnê de ne.

Roja 6`ê Gulanê tenê mînakek ji mînakên hovîtiya dewleta Tirk a li dijî gelên herêmê ye.

(k)

ANHA


Mijarên Din