6. Konferansa Çand û Hunera Demokratîk bi dawî bû

Konferansa 6`an a Tevgera Çand û Huner a Demokeratîk li Rojavayê Kurdistanê bi girtina biryaran û hilbjartina meclisa rêveber bi dawî bû.

Bi dirûşmeya " Çand, ziman û erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkeve" duh konferansa 6`an a Tevgera Çand û Hunera Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna 200 delegeyan li hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo dest pêkir.

Di roja yekemîn a konferansê de nûnerên şandeyên beşdar axivîn, her wiha belge fîlimek ser TEV-Çand a Demokratîk, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê rola Çand û Hunerê di şoreşê de hatin pêşandan û rapora kar û xebata 2 salan ên tevgerê hatin nirxandin.

Di roja duyemîn a konferansê, rêzikname hate erêkirin û Meclisa Tevgera Çand û Hunerê li Rojavayê Kurdistanê ku ji 52 endaman pêk tê, hate avakirin. Di dema pêş de dê hevserokên meclisê werin hilbijartin.

Konferans bi van biryaran bidawî bû:

"-Navê Tevgera Çand û  Hunera Demokratîk bi Tevgera Mezopotamiya a Çand û Hunerê ya Demokratîk hate guhertin.

-Hemû komîte û beşên Tevgera Mezopotamiya a Çand û Hunerê ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.

-Tevger, bi hişmendiya demokratîk û ekolojî ya xwe disperse azadiya jin, ya dijî rêya neteweperest, nijadperestiya cinsî, radîkaliya olî û zanistî têdikoşe.

-Tevger, nirxên dîrokî, çandî ji hemû rengên dijberên welat û gel diparêze û çand, huner û wêje li gorî pîvanên neteweyî diparêze.

-Tevger, bi armanca parastin û domandina nirxên şoreşê bi çalakiyên xwe yên çandî, hunerî û wêjeyî pêşengtiya şoreşa çanda netewa demokratîk dike.

-Tevger, rola pêşeng a tevlêkirina hemû pêkhate di nava saziyên çand û hunerê di çarçoveya çanda netewa demokratîk de digire ser xwe.

-Tevger, bi armanca kurkirina rihê welatparêzî û girêdana bi welat ve çalakiyên çandî, hunerî û wêjeyî li dar dixe.

-Tevger, derxistina berhemên hunerî hildide ser xwe û ji bo piştgiriya bi berxwedana Efrînê re çalakiyan li dar dixe.

-Tevger, bi armanca rêxistinkirina karê çand û hunerê li herêmên nû hatine rizgarkirin çalakiyên taybet di nava meclis û komînan de li dar dixe.

-Ji bo şano, dîlan, stranên folklorî û sînameya zarokan û pêşengeh li gorî derfetan mîhrecan di dîrokên cûda de têne lidarxistin.

-Ji bo derxistina şano û rêzefîlman di radyoyan de di bin sîwana Komîna Şanoyê de kar werin kirin.

-Xurtkirin û berfirehkirina sînamageriyê; çêkirina fîlm, belgefîl û fîlmên karton. Her wiha temamkirina projeya Fîlm Kobanê û temamkirina karê dîtbarî, guhdarî û nivîskî di projeya"Berhemên ji Dicle heta Xabûrê"

- Li gorî hewcedarî û navarokê albumen stranan ji bo mezin û zarokan werin derxistin.

-Tevgera Mozopotamiya ya çandê bi hemû saziyên xwe, çalakiyên taybet ji bo pêşxistina hunera zarok lidar dixe.

-Parkên hunerî li bajarên guncaw ava bikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din