600 dar li gundê Dêrna Axê hatin çandin

Şêniyên gundê Dêrna Axê yê navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo heta niha 600 dar li gund û derdora wê çandin.

Bi armanca ferhkirina rûbera daran, bi insiyatîfa komînê û destekdayîna ciwanên gund ên li derveyî welat,  şêniyên gundê dest bi çandina daran kir.

Şêniyên gund hêvî kirin ku gundên din jî daran biçînin.

Heta niha nêzî 600 dar li têketina gund, derdora wê û goristana wê hatine çandin. Komîteya ku bi karê çandina daran radibe, hewldana avakirina baxçeyekî di nava gund de dikin.

Hevserokê Komîna Şehîd Bahoz ê gundê Dêrna Axê Ebdulhemîd Hisên destnîşan kir ku wan piştgirdayîna insiyatîfê ku ciwanên gund ên penaber dest pê kirin û got: " Ev yek nîşanî hevgirtinê navbera şêniyên gund di hundir û derv de dike ".

Hisên da zanîn ku wan alîkarî ji hin saziyên Rêveberiya Xweser a bajarokê Çilaxa xwestin û diyar kir ku saziya kehbrebê û Gerînendeya Hawirdorê destek da.

Endamê Komîteya Ciwanan a Gundê Dêrna Axê Şikrî Kendî anî ziman ku çandina daran insiyatîfê duyemîn e ku li gund pêk tê û wiha domand: " Beriya salekî du holên sersaxiyê ava kirin. Xebata komînal a di navbera şêniyên gund de serkeftina xwe îsbat kir. "

Şêniyê bi navê Mihemed Şerîf jî diyar kir ku ew bi hev re di hemleya çandina daran li gund dixebitin, her wiha destnîşan kir ku destpêkê insiyatî li ser Facebookê belav bû.

Hêjayê bîrxistinê, Gerînendeya Daristan û Hawirdorê yê girêdayî Desteya Çandinyê ya Herêma Cizîrê tevî gelek şêniyan, rewşenbîran û saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê di Cotmeha 2020'an de dest bi Hemleya Keziyên Kesk da ku 4 milyon dar biçînin, kir.

Li gorî berpirsên hemleyê, biryar e ku 4 milyon dar di 5 salan de li tevahî herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê bên çandin.

(dm)

ANHA


Mijarên Din