7 sivîl li Cindirêsê hatin revandin

Çeteyên bi navê Lîwa Semerqend 7 welatiyên ji şêniyên gundê Kefer Seferê yê Cindirêsê revandin. Gundiyan li hemberî çeteyan li ber xwe da lê vê carê jî gule li gundiyan reşandin.

Çavkaniyên ji gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê got duh çeteyên Lîwa Semerqend ên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê êrîşî gund kir û bê ser û ber gule reşandin. Her wiha di êrîşê de çeteyan Dilşan Koçer hevjîna Ebdilrehman Bermece, Zelûx Hisên, Mihemed Bermece, Xelîl Bermece (ku di encama gulereşandinê tiliyeke wi qut bû) revandin.

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê careke din di heman şevê de êrîşî gund kir, lê vê carê şêniyan nehişt çete sivîlên gund birevînin. Vê carê jî çeteyan gule li wan reşandin û çavkaniyan ragihand ku 4 sivîl di encama şer de birîndar bûn. Çeteyan Ebdilrehamn Bermece, Şeban Bermece û Mûrad Bermece revandin.

Heman çavkaniyan tekez kir ku çeteyan telefonên wan ji sivîlan girtin û birin cihekî nediyar.

Duh jî çeteyan 7 kes ji gundê Kefer Sefrê revandin, bi wê yekê re dibe 14 sivîl ku ji heman gundî revandin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din