70 hezar şagirt li gundewarên Hesekê ji xwendinê bêpar man

ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê, 70 hezar şagirt li navçeyên bajarê Hesekê ji mafê xwendinê bêpar man û rêveberiya dibistanan jî li ser pilanên altirnatîf dixebite.

 ji ber êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê, bi hezaran şêniyên Serêkaniyê û gundewarên wê û herêmên li ser sînor koçî herêmên ewle bûn û bi hezaran şagirt ji mafê xwendin û perwerdê bêpar man.

Sîstema xwendinê li dibistanên li ser xeta sînor hate rawestandin  û zêdetirî 64 dibistan li bajarê Hesekê û gundewarên wê, veguherîn wargehên koçberan.

Hevserokê Rêveberiya Dibistanan li kantona Hesekê Azad Mehmûd got:"Ji ber êrişên dewleta Tirk  a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê heta niha 500 dibistan li kantona Hesekê hatine girtin. Hinek jî veguherîne waregeh ji bo şêniyên ku bi darê zorê ji herêmên wan hatine koçberkirin û dibistanên mayî yên li ser xeta sînor jî ketin bin destê dewleta Tirk a dagirker."

Mehmûd ragihand ku 70 hezar şagirt ji mafê perwerdê bêpar mane û wiha axivî: "Ji bo şagirtên ku koçî bajarê Hesekê û gundewarên wê bûne  ji xwendinê mehrûm nebin, em ê rojê du seatan wan di dibistanên ku lê dimînin de, perwerde bikin."

Mehmûd axaftina xwe wiha berdewam kir: "Şagirt ji bo dibistanên ku koçber lê tune ne wê werin veguhestin. Di her dibistanekê de wê sê demên cûda ji bo perwerdê werin veqetandin."

Ji bo zarokên li kampa Waşokanî dimînin jî Mehmûd got: "Em pilan dikin ku dibistanan di kampê de vekin.

ANHA


Mijarên Din