78 alav ji komîteyên awarte yên Qamişloyê re hatin dabînkirin

Rêveberiya Şaredariyan a kantona Qamişlo 78 alav ji komîteyên awarte yên kantonê re eyar kirin û xebatên xwe bi awayekî demkî li her du navçeyên Til Hemîs û Til Koçerê rawestandin.

Şaredariyên kantona Qamişlo xebatên xwe ji ber şewatên ku li kantonê çêbûne, rawestandin û xebatên xwe ji bo vemirandina şewatan û piştgiriya komîteyên awarte li navçe, bajarok û gundên kantonê zêde kirin.

Hevseroka Şaredariyan a kantona Qamişlo Şervîn Şaqo destnîşan kir ku wan wek rêveberiya şaredariyên kantona Qamişlo komîteyên awarte li tevahiya şaredariyên kantonê ava kirin. Her komîteyek ji komek ji endamên saziyên kantonê pêk tê, wek endamên Heyva Sor a Kurd, Foca Agirkujiyê, Hêzên Parastinê û Komîteya Aborî.

Armanca sereke ji avakirina komîteyên awarte ew e ku di rewşên awarte de bi lez mudaxele bikin. Komîteyên awarte roleke çalak di lehiyên ku li herêma Cizîrê yên di dawiya meha Adarê de, pêk hatine de lîst. Niha jî rolek bêhempa di vemirandina şewatên ku li herêma Cizîrê rû didin de dilîzin. Lê şewatên ku rû didin di piraniya taxan de ji kontrolê derdikevin. Ji ber ku li gorî rayedarên Rêveberiya Xweser piraniya şewatan bi zanabûn in û armanc jê têkbirina dahata xwarinê ya herêmê ye.

78 alav ji komîteyên awarte re hatin eyarkirin

Wek gavek ji bo piştgiriya komîteyên awarte, Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo hindek xebatên xwe rawestand û alavên xwe kir xizmeta 19 focên agirvemirandinê yên kantonê. Rêveberiyê 20 sahrîcên avê yên şaredariyan tevî 20 sahrîcên şêniyan û 38 traktor û hejmarek treks kirin bin xizmeta komîteyan awarte û focên agirkujiyê.

Şermîn girêdayî karên ku bi awayekî demkî hatine rawestandin, destnîşan kir ku şaredariyê xebatên qîrkirina rêyên nêzî zeviyên navçeyên Til Hemîs û Til Koçerê ji bo ku şewatan derbas bikin, rawestandin.

Tê payîn ku şaredariyên her du navçeyên Til Hemîs û Til Koçerê piştî bidawîbûna mewsima çinînê dê dest bi xebatên xwe bikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din