‘8‘ê Adarê, di xeta demokrasiyê de bûye meşaleya jinan’

Bi rasthatina 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan û hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Fîras Remedan axivîn û gotin: “8’ê Adarê di xeta demokrasî û siyasetê de ji jinan re bûye meşale.”

Bi rasthatina 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan û hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Fîras Remedan ji ajansa me re axivîn. El-Qeftan û Remedan 8‘ê Adarê li hemû jinan, bi taybet li jinên Sûriyê pîroz kirin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan got ku: "Ev roj ji tevahî mirovahiyê re rojek pîroz e. Divê jin ne tenê wê rojê banga maf û erkên xwe bikin. Divê hemû rojên salê ji bo banga mafê jinê be.”

Qeftan diyar kir ku destûra Sûriyê rola jinê yê siyasî tune dike û wiha axivî: “Em dibêjin çi jin be yan jî mêr be her welatiyek sûrî mafê wî heye ku xwe ji bo serokatiya komara nû hilbêjre. Divê rola jin di civakê de neyê paşguhkirin. Em bi herdu aliyan temam dibin. Mîna şev û roj in. Her wiha jin û mêr divê herdu wekî hev bin da ku em bighêjin civakek pêşketî."

Qeftan bi vê boneyê got ku: "Divê jin bi têkoşîna xwe, maf û erkên xwe nas bike. Divê cûdahî di navbera jin û mêr de tunebe. Her çendî jin kedkar û çalak be wê rola wê erênî be."

WÊ DÎROK TEKOŞÎNA JİNÊ BİNİVÎSE

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê Fîras Remedan jî wiha dest bi axaftina xwe kir: “8‘ê Adarê mafên jinê diparêz e, da ku nasnameya xwe wekî jin di her qadî de diyar bike.  Bi taybet ku hemû rol bi têkoşîn û dîroka jin dagirtî ne û şahidên vê yekê ne."

Fîras Remedan îşaret pê kir ku di dema dagirkeriya çeteyan de her kiryarên hovane li ser jinê hatin meşandin û dê dîrok têkoşîna jinê ya li dijî zilmê binivîse.

Fîras Remedan di dawiya axaftina xwe de 8‘ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: "Jinan di nava saziyên Rêveberiya Xweser de, bi pergala hevserokatiyê dest bi karê xwe kirin. Jinê li hemberî her astengî û keleman sekinî. Di qadên şer de çek hilgirt û bi durustî rola xwe bicih anî.”

ANHA


Mijarên Din