8 endamên hêzên ewlehiya Misirê di êrîşa nuqteya kontrolê de hatin kuştin

8 endamên hêzên ewlehiya Misirê û ji nav jî serbaz û 5 endamên ji komên çete di êrîşa hedefgirina benda kontrolê ya ewlehî ya rojavayê bajarê El-Erîşa yê bakurê parêzgeha Sînayê de, hatin kuştin.

Wezareta Hundirîn a Misirê daxuyaniya dateya êrîşa terorî ku benda ewlehiyê ya rojvayê bajarê El-Erîşa yê li bakur parêzgeha Sînayê kiriye hedef, weşand.

Li gor Sky Newsê, daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Misirê wiha raber kiriye ku endamên terorîst di berbenga îro de bi kemînekê benda kontrolê ya rojavayê El-Erîşa kir armanc û di encamê de şer rû da.

Di daxuyaniya Wezareta Hundirîn a Misirê de hate gotin di encama şopandina li pey êrîşkaran de 5 çeteyên terorîst hatin kuştin.

Dewama daxuyaniyê wiha ye: "Serbaz, sekreterekî polîsan û 6 leşker hatin kuştin. Hêzên ewlehiyê lêpirsînê der barê wan endamên terorîst ên têvedayî de pêk tîne."

Hêzên ewlehiya Misirê ji demekê ve, şerê komên çete yên ku li pey rêzeêrîşên li dijî hêzên ewlehî û sivîlan li bakurê Sînayê ne, dike.

(fr)

 


Mijarên Din