8'emîn Pêşbirka Hespên Erebî yên Resen dest pê kir

Bi wesîleya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê 8'emîn Pêşbirka Hespên Erebî yên Resen li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Til Hemîsê dest pê kir.

Bi sponseriya Komîteya Ciwan û Werzîşê, Meclisa Kantona Qamişloyê 8'emîn Pêşbirka Hespan li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya sêyemîn e ku li navçeya Til Hemîsê tê lidarxistin, dest pê kir.

Bi sedan şêniyên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, şêx û rûspiyên êlên Ereb amade bûn.

120 hespên erebî yên resen beşdarî pêşbêrikê bûn. Pêşbirk ji aliyê komîteya tehkîmê ve tê birêvebirin ku ji kesên pispor di xwedîkirina hespan de pêk tê.

Beriya ku pêşbirk dest pê bike, deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xiweyir axivî û got: "Bi rêya van çalakiyan Rêveberiya Xweser çanda hezkirin, lêborîn , biratiya gelan û pêşxistina adet û kevneşopiyên herêmê diparêze."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Telhet Yûnis jî axivî û got: "Ev pêşbirk bi boneya Şoreşa Rojava 19'ê Tîrmehê tê lidarxistin. Şoreşa Rojava xwe dispêra hêz û îradeya civaka me û hevgirtina hemû gelan da ku bighêje civakeke azad û demokratîk."

Yûnis di berdewama axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir ku xwedî li çanda xwe derkeve.

Piştî axaftinan pêşbirka hespan dest pê kir. Pêşbir li ser 6 qonaxan li gorî temanê hespan bi rêve çû. Di hemû qonaxan de hersê astên pêşîn hatin xelatkirin.

Qonaxa yekemîn a pêşbirkê (bazdana bi 1000 mître yî, jidayikbûna hespê 2018): Ebûd Hayil" asta yekemîn, Meşhûr asta duyemîn û  Şêx Cebel asta sêyemîn bi ser ketin.

Qonaxa duyenîn (1000 mître, sala jidayîkbûn hespê 2018): Asta yekemîn Wîsam El-Cerab, ya duyemîn Zeheb û ya asta sêyemîn Sultan Ebû Deham bi ser ketin.

Qonaxa sêyemîn (1000 mître): Asta yekemîn Îstora, ya duyemîn Esed Şumer û ya sêyemîn Îdan biser ketin.

Qonaxa çaremîn (1000 mître): Istûl Ebû Deham asta yekemîn, Beşayri asta duyemîn û Zeîm El-Şerabî ya sêyemîn bi ser ketin.

Qonaxa pêncemîn: Dirai Tey asta yekemîn, Şêx El-Meyah asta duyemîn û Yaqût El-Şerq asta sêyemîn bi ser ketin.

Qonaxa şeşemîn: Asta yemîn Seyf El-Hemdûn, asta duyemîn Xezwan û ya sêyemîn Seyf El-Hefel bi ser ketin.

ANHA


Mijarên Din