90  hezar xwendekar sala perwerdeyê ya 2018-2019`an li Herêma Firatê bidawî kirin

Bi tecrubeyên nû re di makenîzmeya fêrkirinê de sala perwerdeyê ya 2018-2019`an a Herêma Firatê rêwîtiya mehên ji astengiyan di peydakirina pirtûkan de, sererastkirina dibistanên wêrankirî û amadekirina kadroya fêrkirinê di nav xwe de girt.

90  hezar xwendekarên herêma Firatê ji her du zayandan ve sala perwerdeyê ya 2018-2019`an roja 15`ê Gulanê bi dawî kirin, tevî mercên dijwar piştî şerên ku li Herêma Firatê rû dane beriya çend salan. Ew mîna veguhestinek balkêş ji tunebûnê ber bi pergalek perwerdeyê ya pêşketî ve bû.

Di sala perwerdeyê ya 2018-2019`an salek têrtijî pêşketin û destkeftiyan bû ruxmî astengiyên ku rastî Desteya Perwerde û Fêrkirinê hatine.

Refên komkirî yên ku di nav her du kantonan(Kobanê û Girê Spî) de belav bûne û kêmasiyên dibistanan di materyal û kadroya fêrkirinê de ji astengiyên herî sereke li pêşberî desteyê bûn.

Hejmara dibistanan li Herêma Firatê di nav de her du kantonên Kobanê û Girê Spî  hezar û 100 dibistan e. Ji aliyekî din ve bi dehan dibistan di şerên ku li herêmê rû dane de wêran bûn. Jê 5 dibistanên mezin li bajarê Kobanê bi temamî wêran bûne. Di encamê de 60 xwendekar neçar man di fêrgehekê de fêr bibin, tevî ku Desteya Perwerdeyê hejmara her fêrgehekê bi 25 xwendekaran diyar kiriye.

 ‘Ruxmî serkeftinan em zehmetiyan dikşînin’

Di batlaneya havînê de 4 hezar û 672 mamosteyên herêma Firatê di dewreyên perwerdeyê re derbas dibin. Her wiha di wan dewreyan de waneyên fikrî jî dibin.

Li zêdetirî 800 gundan, di dirêjahiya zêdetirî 120 km û penahiya 70 km de dibistan li herêma Firatê belav dibin. Jê hinek ji dehan fêrgehan pêk tên û hinek din jî tenê ji du fêrgehan. Desteya ku nû hatiye avakirin ji pirsgirêka hejmara kêm a dibistanan û hejmara xwendekaran a zêde di her fêrgehekê de astengiyan dikşîne.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Ebdullrezaq Mihemed îşaret pê kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu çapxaneyên ku miqdarên mezin ji pirtûkan çap dike tune ye û wiha domand: "Ji ber wê me di salên borî de me ji Herêma Kudistanê dixwest, lê daxwazên me ji hêla hikumeta herêma federal ve dihatin redkirin. Me gelek astengî kişand heta ku me miqdarên mezin ji pirtûkan peyda kirin."

Mihemed wiha domand: "Em ji pirsgirêka tunebûna mamsoteyên beşên fîzya, kîmya, zanyarî û bîrkarî zehmetiyên mezin dikşînin.”

Nirxandin li şûna ezmûnan

Desteyên perwerdeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li her du herêmên Cizîr û Firatê û Kantona Şehbayê ji salan ve dest bi pergala nirxandinê li şûna ezmûnan dikin.

Ebdullrezaq Mihemed di vî warî de diyar kir ku ew têghiştin ku xwendekar beriya ezmûnan rewşek derûnî dijwar û di bin zextekê de dimîne, ji ber wê Rêveberiya Xweser pergala nirxandinê ji tevahiya sala perwerdeyê re diyar kir.

Di pergala nirxandinê de reftariya şagirt, tevlibûna wî/wê di waneyan de û dewama wî di dibistanê de tên nirxandin. Li gorî Rêveberiya Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê ev gav piştî ku pisporên desteyên perwerdeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî pergalên xwendinê yên welatên cîhanê lêkolîn kirine hat.

(şx)

ANHA


Mijarên Din