Abe bi mijara aloziya li Kendavê bi Xamaney re civiya

Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe îro, bi şêwirmendê Olî yê Îranî Ayetullah Elî Xamaney re li paytexta Tehranê civiya û mijara aloziya li Kendavê gotûbêj kirin.

Şêwirmendê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney îro li Tehranê pêşwaziya serokwezîrê Japonî Shinzo Abe kir.

Tê zanîn, ji destpêka şoreşa Îslamî ya di 1979`an de, Abe serokwezîrê Japoniyayê yê yekemîn e ku bi şêwirmendê Komara Îranê re dicive. 

Têkildarî mijarê Xamaney, wêne û agahiya hevdîtina bi serokwezîrê Japoniyayê re, li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir.

Di vê der barê de Abe dema pêşwaziya serokwezîrê Îranê kir got ku:"Ti kes şer naxwaze û Japoniyayê di kêmkirina nerehetiyê de, hêviya lîstina rola pêşengtiyê ji xwe dike."

Abe di dewama axaftina xwe de got ku:"Bi çi awayî be, divê em guhê ji xwe ji dengê çekan bigirin."û wiha tekez kir:"Aşîtî û aramî li Rojhilata Navîn, ne tenê ji bo geşkirina vê herêmê lê ji bo hemû cîhanê gerek e."

Tê zanîn ku serdana Abe di dema bilindkirina asta nerehetiya di nav bera Îran û DYA`yê de hatiye. Ev serdan jî metirsiya ji rewşa Kendavê û pêşeroja hevpeymana navdewletî ya der barê nukleera Îranê derdixîne holê ku piştî vekişandina Washingtonê di 2018`an de, li Viennayê hate morkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku Japoniyayê hevalbenda Washingtonê ya sereke ye, ku dijminê Komara Îslamê ye û têkiliyên baş bi Îranê re çêdike.

(eh)


Mijarên Din