Aborînasek: Kesên destwerdana dewlemendiyên welêt dikin, dixwazin aboriya welat hilweşe

Aborînasekî da zanîn ku sedema hilweşandina aboriya li Sûriyê di encama destwerdana kesên xirab ên dewlemendiyên li welêt de ye û got rewş dê ji wiha xerabtir bibe û îşaret bi karên Rêveberiya Xweser kir ku dixwaze barên şêniyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê sivik bike.

Aborînas Elaedîn Ferhan bi hevpeyvînekê ji ajansa me re behsa aloziya aborî ya li Sûriyê kir ku rewşa aborî ya li Sûriyê ji rewşa wê ya beriya derketina aloziya Sûriyê ne baştir bû, lê belê şer hişt ku lawaziya aborî ya li welêt eşkere bibe.

Ferhan got ji xwe şerê ku li ser erdê Sûriyê çêbû ji ser tu kesî nayê veşartin û hişt Sûriyê bibe qada şer û tevgera aborî hilweşand. Ji ber ku kargehên mezin ên li Sûriyê hatin rawestandin nexasim li Helebê ji ber ku armanca rêvebirina şer ew bû ku binesazî were xwarê û vê yekê bandor li aborî  kir û pê re li rewşa debarê ya gel kir.

ꞌLÎREYA SÛRIYÊ DAKETꞌ

Elaedîn destnîşan kir ku ji ber ku Sûriyê dewleteke madeyên xwe derdixist derve û niha jî madeyên xwe tevde ji derve tîne, lîreya wê ber daketinê ve diçe. Ji ber ku pêwîstî bi xurdekirina pereyên biyanî heye da ku madeyan ji derve bîne bi taybet pêwîstiya bi dolarê amrîkî heye, her wiha ji ber dorpêçê bazirganan made ji derve anîn, ji van welatan Lubnan, Îran û Iraqê. Ev jî dihêle ku kirîna lîreya Sûriyê paş ve vegere û rêvebirina aloziyê baş bi rê ve neçe.

Aborînas Elaedîn diyar kir ku piranî kesên krîzê bi rê ve dibin, li ser rewşa kolanê û azara wê naaxivin, lê bel bi bawerî dibêjin ku gel dikare bi vê rewşê re bijî, lê fona gel 20 dolaran derbas nake, lê li herêmên Rêveberiya Xweser fon hatin bilindkirin. Lê li gel van sedemên krîzê zanîna piraniya gelê Sûriyê ya çanda xerckirinê yan jî danûstandina bi pereyên biyanî re tune ye. Ji lew re gel bû sedema sereke ya paşketina lîreya Sûriyê.

ꞌŞER ZÛ  REWŞ ZELAL KIR ꞌ

Aborînas da zanîn ku aloziya aboriyê ya li Sûriyê vedigere wekî beriya şer û ev yek nirxand: "Ji xwe aloziya aborî vedigere wekî beriya şerê ku rû daye, lê belê em ji bîr nekin ku hin kesên xirab hene destwerdana karînên welêt dikin û ji derve zêdetir destekê didin hilweşandina aborî û wekî bazirganên aloziyê tên dîtin, lê em ji bîr nekin ku aliyên derve ku gelek rayedarên hundirîn pabendî wan in hîn zêdetir piştgiriya hilweşandina rewşa aborî dikin."

Elaedîn Ferhan ev yek li nirxandinên xwe zêde kir: "Beriya 2011`an aborî ne ew qasî bi hêz bû, lê şer aloziya aborî kişf kir an jî zûtir hişt ku rewş eşkere bibe, ji ber ku ji sedî 70 ji kesên xwedî bawername bê kar in û divêyabû ku kesê bi te re bibe alîkar hebe, da ku karekî bi dest bixî. Ev jî girîngtirîn sedem e ku çi qasî aborî xurt be betalî afatek ji afatên aboriyê ye, lê bi derketina bêkariyê di navbera gel de tê wateya ku zû be yan jî bi derengî be dê aborî hilweşe, belê zexteke derveyî li ser Sûriyê heye, lê em ji bîr nakin ku kesên li hûndir bi kesên ji derve re planan datînin."

ꞌRÊVEBERIYA XWESER GAVEKE XURT PÊŞKÊŞ KIRꞌ

Ferhan behsa xebata Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo sivikkirina şopên aloziya aborî komeke pêşniyar kirine û got: "Helbet Rêveberiya Xweser rewşê baş dizane û di demên derbasbûyî de fon zêde kirin û gelek komeleyên mezextkarî vekirin da ku piştgiriya nirxên madeyan bike, gaveke xurt avêt, ev jî erênî tê dîtin, her wiha em ji bîr nakin ku hejmareke mezin bi Rêveberiya Xweser re kar dike, ev jî isbata zanîna rêveberiyê dike ku divê mirov ji betaliyê re hişyar be."

Aborînas got hîn jî ji rêveberiyê tê xwestin ku kargehên wekî kargeha zeytê veke ku barê welatiyan sivik bike û di encamê de rê li pêşiya keysbaziya nirxan bigire ku ev jî bi bihaneya dolaran çêdibe, li aliyekî din jî tê zanîn ku dê rêveberî qanûna kar pêk bîne û bi vê yekê jî dê rewşa karkeran baş bibe. Her wiha hêvî kir ku Rêveberiya Xweser şirketên misogerkirina tenduristiyê veke da ku barên welatiyan sivik bike û divê rêveberî bizane ku fonê heyî têra karmendan nake. Ji lew re ew hêvî dike ku rêveberî fonê mehane bike bi dolar û li gorî lîreya Sûriyê xurde bike, ji ber ku ev yek alîkariya karmendan dike û faktorekî aramiya aboriya herêmê ye. Di heman demê de divê mirov îşaretê bi vekirina korîdorên di navbera herêmê û herêmên cîran  de bike û qanûnên kontrolkirinê werin danîn.

Ferhan diyar kir ku rewş hîn jî ber bi xerabiyê ve diçe ji ber ku dema bê dê dijwartir be û pêwîstî bi biryarên baş heye, ji wan dayîna alîkariyên betalê ye, ji ber rewş ji dema şerê berê dijwartir e.

ꞌDIVÊ ÎŞARET BI BETALIYÊ Û PÎŞESAZIYÊ WERE KIRINꞌ

Ferhan bal kişand ser betaliyê û pîşesaziyê û got: "Divê mirov îşaretê bi van her du xalan bike, ji ber ku welat bi pîşesaziyê û bazara kar pêş dikeve ku lingekî aboriyê ye, ger rêveberî yan jî dewlet girîngiyê bide vê yekê dê bibe bingeha derketina ji aloziyê."

Aborînas Elaedîn Ferhan hişyariya dûrketina ji rewşa gel û astên debarê kir, da ku dijmin li dijî herêmê bi kar neyne, ji ber heke rewşa debarê lawaz bibe, mûhteml e dijmin bi kar bîne, nexasim dijminê Tirk ku her kes berjewendiyên wî yên li herêmê nas dike û divê birîna rê bi bilindkirina asta debarê ya gel û hîn zêdetir girêdan di navbera rêveberiyê û gel de çêbibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din