Agir, Azadî û Komplo

Hemîd Efrîn

Têkiliya di navbera agir, azadî û komployê de hema ne wisa wekî têkiliya çend peyvên li hev guncav in. Ev, rastiyeke pir kûr û dûr a di dîroka mirovahiyê de ye.

Mîtolojiya agir û têkiliya wê bi azadiyê re wekî pir gelan ji bo gelên Arî jî xwediyê cihekî girîng e. Efsane tê zanîn: Dehaq împaratorekî despot ê Aşûrî ye ku li ser gelên herêmê zilm dimeşîne. Lehengekî bi navê Kawayê Hesinkar ê ji eşîrên protokurd dibêje “Ez ê biçim vî zalimî di qesra wî de bikujim. Dema ez bi ser dikevim li cihekî herî bilind ji bo ku her kes bibîne, ez ê agir dadim”. Kawa gotina xwe bi ser dixe. Gelên di bin zilma Dehaq de dinalin, bi şewqa agirê Kawa re fêm dikin ku êdî azad in. Agirê Kawayê Hesinkar dadaye, mizgîniya azadiyê dide gelên li herêmê.

Paşxaneya agir û azadiyê bi qasî mirovan kevn e. Em bi çend mînakên balkêş lê mêze bikin:

Heya bi bîst hezar sal beriya niha, mirovahiya paleolîtîk dema ku di Serdema Qeşayê ya dawîn de bi piranî li Kevana Zêrîn xwe spartibû şikeftên xwezayî yên li herêmê. Tenê dikarîbû li kûrahiya van şikeftan bijî. Li gorî lêkolînên zanistî ev serdem 40 hezar sal dewam dike. Civatên klanan di van mercan de bi agir (ku di Rîftê de keşf kiribûn û bi kar anîbûn) ji sermaya kujer xwe diparêzin. Ji ber vê yekê agir ji bo mirovan dibe jiyan bi xwe. Diviyabû agir hebûya ku karîbûna jiyana xwe li beramberê sir û seqama dojehî bidomandana.

Lewma di pêvajoyeke sed hezaran salan de di maneya civakî, psîkolojîk û hwd de mirovan wekî ku azadî bi xwe ye, li agir mêze kiriye. Dem hatiye agir ew ji sermaya dojehî parastine; dem hatiye jê re bûye hêz û quwata jiyanê. Ji ber van sedeman têkiliyeke wisa ku yek bi ya din xwe îfade dike, bi pêş ketiye.

Tevgera Azadiyê ya Apoyî bi şerê çekdarî ku di sala 1984’an de daye destpêkirin, di serî de ji bo gelê Kurd û her ku çûye ji bo hemû gelên cîhanê bûye hêviya azadiyê. Hêzên hegemonîk ên cîhanê ev hêviya azadiyê ya gelan bi Komploya 15’ê Sibata 1999’an gihandiye qonexeke nû. Lê milîtanî û welatparêziya Apoyî, diyalektîkeke bi qasî dîroka mirovahiyê kevn xistiye dewreyê; li hemberî tarîtî, zilm û komploya dojehî bûn agir. Bi vê hişmendiyê li dora Rêber Apo bûne xelekên ji agir û ji destpêka komployê heya bi îro bi dehan kesî xwe feda kiriye.

...

Piştî ku Serdema Qeşayê ya Dawîn bi dawî bûye, şoreşa neolîtîkê li Mezopotamyayê bi pêş ketiye. Ev şoreş pêl bi pêl li cîhanê belav bûye û xwe gihandiye her aliyê cîhanê. Yek ji van erdan jî Yewnanistana Antîk e. Yewnanistana Antîk ji aliyê baweriyê ve xwediyê sîstemeke panteon bû. Yanî her herêm û her civakê li gorî xwe xwedayên wê hebûn, heta her têgînê her hebûnê xwedayekî/e xwe hebû. Di navbera xwedayan de jî hiyerarşiyek, dabeşiyeke kar hebû. Xwedayê herî mezin û bihêz, Zeûs bû. Hin xweda jî hebûn ku hem mirov û hem jî xweda bûn. Prometeûs jî yek ji van xwedayan bû.

Bi îhtimaleke mezin Prometeûs jî rêberekî civakê ye ku bûye pêşengê civakê û civak ji tîranekî despot rizgar kiriye. Yanî ji azadiya civakê re pêşengî kiriye. Îcar civak jî vê bûyerê wek çîrok, wek destan dihûne û bi sembolên ji nava dîrokê îfade dike.

Têkiliya di navbera agir û azadiyê de ku bingehên wê yên şênber di Serdema Qeşayê ya Dawîn de hatibûn danîn, li Yewnanistana Antîk jî dibe mîtolojiya agir. Li gorî mîtolojiyê; rojekê ji rojan Prometeûsê nîvxweda ji xwedayên Olîmpûsê agir didize û dide mirovan. Helwesta Prometeûs a agirperwer-azadîxwaz ji aliyê hegemonên serdemê ve bi komployekê tê pêşwazîkirin. Ji ber ku mezinê xwedayên Olîmpûsê Zeûs e, di şerekî bi dek û dolab û komplo de Prometeûs dide girtin û dibe li çiyayê Qafê li tehtekê li zincîrê dide. Bi vî awayî singa wî dide qetandin û li ber teyr û bazên berateyan dixwin, dihêle.

Eger em bala xwe bidinê; heqîqeta destpêkê têkiliya di navbera agir û azadiyê de ye. Her wiha heqîqeta duyemîn jî ew e ku xwedayê Olîmposê Zeûs ne ji ber ku li dijî wî bûye, Prometeûs ceza dike. Ji ber ku ji xwedayên Olîmposê agir didize (yanî civakê ji tîranan rizgar dike), Prometeûs  ceza dike. Ji aliyê din ve ku xwedayên dojehî, bi sedema ku agir (yanî azadî) ji pergalên dijcivakê dizîne qonaxa şerê Zeûs û Prometeûs pir biêş, pevçûn, lîstok û fêlbazî derbas dibe.

Pir balkêş e ku karektera vê mîtolojiyê û dîlgirtina Serok Apo pir dişibin hev. Sedema şerê Zeûs û Prometeûs wekî li jor e. Ya Serok Apo; wekî tê zanîn dewletên wekî DYA û Îsraîlê starta Komploya Navneteweyî daye û bi encam kiriye. Ya balkêş ew e ku ne ev her du dewlet û –ji derveyî dewleta Tirk- ne yên din ku di nava komloyê de cih girtiye, rasterast ti berjewendiya wan tê de tune ye. Lê çawa ku Zeûs ne tenê ji bo xwe, ji ber ku agir ji tevahî xwedayên Olîmposê diziye, Prometeûs ceza dike, hegemonên cîhanê jî ne tenê ji ber ku yek bi yek li dijî berjewendiyên wan bûye, lê ji ber ku hêviya azadiyê daye gelên cîhanê, ji ber ku îdeolojiya wî li ber planên wan ên li ser cîhanê asteng  bûye, li dijî Serok Apo kompoloyeke di asta navneteweyî de li dar xistiye.

Dîsa li gorî mîtolojiyê dema teyr û bazên beratexur cîgera Prometeûs dixwin, cîgera wî xwe nû dike. Ruxmî ku Zeûs difikire bi vê yekê Prometeûs ceza bike, di heman demê de ev dibe sedema heta hetayî ya binkeftina Zeûs. Dema em vê rewşê bi ya Serokatiyê re bidin ber hev;  her wisa jî piştî ku Serok Apo bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, hêviya azadiyê ya ku dida gelên cîhanê li ‘Tehtên İmraliyê’ dibe Paradîgmayeke Azadiya Gelan. Bi asta ji bo gelan bûn hêviyekê namîne. Hêvî yanî utopya, yanî perspektîfeke pir giştî ya erênî ya ji bo pêşerojê ye. Ruxmî ku metafîzekek ji bo mirov erênî ya baş e, çarçoveyeke pir giştî ye. Lê Paradîgmaya Azadiyê ku Serok Apo li Îmraliyê hûnandiye, ji gerdûna kûantûmê heya bi kosmosê hemû heqîqeta gerdûnî radixe ber çavan û bingeha pergala civaka azad  datîne.

Di vê xalê de jî qonaxa Îmraliyê pir dişibe mîtolojiya Prometeûs. Zeûs li çiyayê Qafê cîgera Prometeûs bi teyrên beratexur dide xwarin. Lê her û her cîgera wî xwe nû dike. Yanî Prometeûs li beramberî xwedayên zalim serkeftin bi dest ve aniye, namire. Bi pêvajoya 8’ê Cotmeha 1998’an dest pê kiriye û 15’ê Sibata 1999’an li Îmraliyê bi dawî bûye, hêviya azadiyê ya gelê Kurd derbeke giran xwar. Lê bi Paradîgmaya Azadiya Mirovahiyê ku Serokatiyê piştî komploya xedar a navneteweyî li Îmraliyê hûnandiyê, di serî de ew bi xwe, hêviya azadiyê ya gelê Kurd ji berê hezar qat zêdetir li jiyanê vegeriya.

Çawa ku cîgera Prometeûs her ku ji aliyê teyran ve tê xwarin, dîsa xwe nû dike û ji ber vê yekê Zeûs li hemberî Prometeûs têk çûye; her wisa jî li Îmraliyê bi pêşketina Paradîgmaya Azadiya Mirovahiyê re Komploya Navneteweyî jî têk çûye.