Agir bi zeviyên Girê Spî ket û artêşa Tirk a dagirker nahêle şênî vemirînin

Îro piştî nîvro agir bi zeviyên gundên rojavayê Girê Spî yên nêzî sînorên Bakurê kurdistanê ket. Dema şênî hewl dan şewatê vemirînin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li wan reşand.

Nûçegihanên me ragihandin ku agir bi qadên berfireh ji hilberîna genim û ceh ên gundên Til Ehmer, Yabîse û gundên derdorê yên gundewarê rojavayê Girê Spî ket. Ji ber lezbûna ba zeviyên nêzî sînorên Bakur Kurdistanê şewitîn.

Li ser wê şênî û tîmên agirkujiyê yên herêmê bi lez hewl dan şewatê vemirînin, lê leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li şêniyan û erebeyên agirkujiyê reşand û nehiştin ku agir vemirînin. Şewat li gel hewldanên şêniyan ji bo vemirandinê û da ku negihêje zeviyên din berdewam e.

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din