Agir bi zeviyên navçeya Şêran ket

Îro li başûrê rojhilatê navçeya Şêran a girêdayî kantona Kobanê agir bi zeviyên çandiniyê ket û zêdetirî 150 hektarî ji zeviyên çandiniyê da ber xwe. Şêniyên navçeyê, şervanên YPG û YPJ’ê û endamên saziyên navçeyê agir vemirand. Paşê dîsa agir bi zeviyan ket û heta niha vêketî ye.

Îro li başûrê rojhilatê navçeya Şêran şewateke dijwar rû da, di encamê de 150 hektar ji zeviyên navçeyê û gundê Til Hacib ê nêzî navenda navçeya Şêran da ber xwe. Tê zanîn ku nîvê rûbera ku şewitî, hîn nehatibû çinîn.

Her wiha  gelek darên zeytûnan jî şewitîn.

Tîmên agirkujiyê, şervanên YPG, YPJ û gel yekser berê xwe da cihê şewatê û agir vemirandin.

Piştî vemirandina şewata ku destpêkê rûda, şewateke din pêk hat û heta niha hîn vêketî ye. Di encama şewata li gundê Til Hacib de bi dehan hektar zeviyên çandiniyê şewitîn.

(eh)

ANHA


Mijarên Din