Agir gihaşt gelek gundên Çilaxa û Girkê Legê

Li bejahiya Çilaxa û Girkê Legê hîn jî agir li zeviyên çandiyê vêketî ye û şênî û tîmên agirvemirandinê hewldana vemirandina agir dikin.

Îro agir bi zeviyên çandiniyê yên derdora gundên bakur û rojhilatê navçeya Çilaxa û gundên başûr û rojhilatê Girkê Legê ket.

Agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên Abira, Xirbê Ciho û Nebî Sadî û zeviyên bakur û rojhilatê navçeya Çilaxa ketiye.

Her wiha agir bi gundên Rimêlan, Şêx, Merca û Şêro ket, di heman demê de bi gundên başûrê navçeya Girkê Legê jî ket.

Şênî, tîmên agirvemirandinê û komîteyên sivîl yekser ber xwe da cihê şewatê.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din