Agirê Newrozê…ruxmî dagirkeran, ev 2 hezar û 632 sal e pêketî ye

Gelê Kurd li seranserê cîhanê her sal di 21`ê Adarê de, Cejna Newrozê pîroz dike. Newroz cejneke neteweyî ye û nîşana serhildana Kurdan li dijî dijminan û têkbirina zilmê ye.

Newroz, navekî ji 2 peyvan pêk tê ye: (New – Nû/ Roz- Roj)

21`ê Adarê wekî rojeke  niştîmanî û  neteweyî tê pejrandin. Di sala 612’an de, di 21’ê Adarê de Med li hember zulm û zordestiya hakimê Nînowa bi ser ketin.

Di "Destana Qiralan- Şahname de, El-Ferdewsî behsa qehremanê Kurd "Kawayê Hesinkar"dike ku li berxweda û li dijî qiralê bi navê "Ezdehak" ku bi zimanê erebî "Melik Tenîn" tê gotin bi ser ket, dike.

Li gorî destanê, li ser milê qiral 2 mer hebûn  ku li ser mêjiyên zarokan xwedî dibûn. Qiral li ser wê yekê mêjiyê 15 zarokên Kawa xwar û di dawiyê de tenê keçek Kawa ya biçûk dimîne. Kawayê Hesinkar xweset ku ji bo keça xwe, xwe feda bike û berê xwe da koşka Qiral û bi çakûçê xwe şer kir û şûrê Qiral têk bir. Her wiha li ser banê koşkê agir pêxist û bi destê xwe agir hilda da ku şênî zanibin ku agirê azadiyê bilind bûye.

Her wiha dîrokzanê Kurd ê mezin Şeref Xanê Bedlîsî di pirtûka xwe ya navdar "Şeref Nameyê"de behsa vê çîrokê dike û wiha dibêje: "Vê destanê ji nava gelên Arî taybetmeniyek da gelê Kurd da ku her salê vê rojê pîroz bikin. Gelê Kurd wekî gelekî ji gelên Arî yê kevin, girêdana bi vê rojê re diparêze."

Di sala 612`an beriya zayendê de, piştî ku roja azadiyê li çiyayên Kurdistanê hilat, gelê Kurd dest bi salnameya xwe kir.

Ji ber pêxistina agir ji bo pîrozkirina vê rojê, pir kes jî texmîn dikin ev roj girêdayî ola Zeredeştiyê û pîrozkirina agir e û dibêjin ku Zeredeşt bi xwe  Newroz derxistiye.

CIHÊ NEWROZÊ LI GEL HELBESTVAN Û WÊJEVANÊN KURD

Helbestvan û wêjevanên Kurd ên mezin girîngiyeke mezin dane cejna Newrozê û ev yek di berhemên wan ên wêjeyî ku tê de behsa girêdana xwe ya neteweyî dikin, xuya dibe.

Helbestvanê mezin Mela Ehmedî Cizîrî (1407- 1481) girêdana xwe bi vê cejnê re di helbesteke xwe ya li ser Newrozê de, nîşan dide û teqez dike ku ronahiya Newrozê daîm e, her wiha destnîşan dike ku ew cejneke sersalê, zindîkirin û geşkirinê ye.

Helbestvan Ehmedê Xanî (1650- 1706) xwediyê destana "Mem û Zîn" ku tê de xewn û xeyalên gelên xwe yên azadî û serxwebûnê rave dike, vê cejnê jî pîroz dibîne û îşaret pîrozkirina "Newrozê"di nava xwazayê de dike.

Helbestvanê xwaza û hezkirinê  Ebd El-Rehîm Seîd Moloyî (1806- 1882) Newrozê wekî nîşana destpêka Buharê û geşbûnê nîşan dide.

Helbestvanê hezkirinê Wefayî (1841- 1902) jî di helbesta xwe ya bi navê "Newroz" de destnîşan dike ku bi hatina Buharê û Newrozê re, hezkirina evîndaran û nameyên dilan jî geş dibin.

Her wiha helbestvan Ebd El-Xaliq El-Esîrî El-Kerkûkî (1890- 1962) di helbesta xwe "Newroz" de hestên xwe yên neteweyî tîne ziman û cejna Newrozê li gelê xwe pîroz dike. Helbesta Kewrkûkî  ji ber sedemên siyasî di komhelbesta wî ya yekemîn a ji 25 malikan de, nayê belavkirin.

Her wiha gelek helbestvanên Kurd li ser vê roja neteweyî ya pîroz nivîsandin û di destanên wan de deng veda.

KÎ NEWOZÊ PÎROZ DIKE?

Di dîrokê de, gelê Kurd wekî cejneke neteweyî Newrozê pîroz dikin ku tê de nasnameya xwe îspat dikin û kevneşopiyên xwe yên wekî lixwekirina cilên Kurdî yên filoklorî, derketina xwazayê, pêxistina agir li ser çiyan û lutkeyan şeva 21`ê Adarê, guhdarkirina stran û mûzîkên folklorî û giritna dîlanên Kurdî, pêk tînin. Di dema niha de jî Newroz weke roja berxwedan û vîna xwe ya netewî nîşandan jî tê destgirtin. 

Lê ne tenê gelê Kurd cejna Newrozê pîroz dike, her wiha gelên Fars, Azerî, Beştûn û welatên Turkmenistan, Tacekistan, Ozbekistan, Qirxîzistan û Kazaxistanê cejna Newrozê pîroz dikin.

Li gorî UNESCO, dema niha derdorê 300 milyon kes li seranserê cîhanê cejna Newrozê pîroz dikin.

Di rûniştina Sibata 2010`an de, UNESCO`yê "Newroz" xist lîsteya nimûne ya kultûra çandî ya ne madî ya mirovahiyê û roja 21`ê Adarê jî wekî "Roja Newrozê ya Navdewletî" pejirand.

Piraniya kesên li çar hêlên cîhanê cejna Newrozê pîroz dikin, cilên folklorî yên bi rengên cuda li xwe dikin ku îşaretê bi rengên Buharê û çandên wan dike.

Gelê Faris cejna Newrozê ku dikeve 21`ê Adarê wekî sersala Farisî dipejirînin her wiha wekî sembola serkeftina ronahiyê li dijî tarîtiyê, dihesibînin.

Li Kazakîstanê û komarên din ên Sovyetê yên berê jî pîrozkirina cejna Newrozê qedexe bû ji ber ku cejneke olî (ku vedigere ola Zeredeşt) dihesibandin.

Li Misirê jî Ferewniyan cejna Newrozê anku cejna bêhnvedanê pîroz dikirin. Her wiha dewleta Fatîmî li Misirê merasîmên cejinê li dar dixistin û bi navê "Newroza Qutbî"dihat bi navkirin.

DAGIRKERÊN KURDISTANÊ NAHÊLIN GELÊ KURD CEJNA XWE YA NETEWEYÎ PÎROZ BIKE

Ji ber sedemên neteweyî û gelek sedemên din hikumetên dagirkerên Kurdistanê cejna Newrozê qedexe kirin. Lewra pîrozbahî bi awayekî veşartî yan jî di bin navê munesebeteke din dihat pîrozkirin. Her wiha rengên siyasî lê dihat zêdekirin da ku nasnameya Kurdî û girêdana neteweyî, bê îspatkirin.

Roja îro, hikumeta Tirkiyê ji ber ku cejneke Kurdî ya neteweyî ye Newrozê wekî gef li dijî ewlekariya xwe ya neteweyî dibîne. Her wiha ji ber ku di Newrozê de hestên girêdana bi nasnameya Kurdî re  ku hikumeta Tirkiyê bi rêya komkujiyan hewl dide tune bike, geş dike.

Ji ber vê yekê hikumeta Tirkiyê hemû şêwazên zordestiyê bi kar tîne da ku rê li kombûnên gelê Kurd ên bakurê Kurdistanê û hildana sembolên Kurdî, bigire û kesên pîrozbahiyan birêxistin dikin dixe bin çavdêriyê.

Lê belê berxwedana Şehîd Mazlûm Dogan di zindana Amedê de û agirberdana bedena xwe di şeva Newroza sala 1982`an de, careke din pîrozkirina cejnê li bakurê Kurdistanê vejand. Bi vê yekê Mazlûm Dogan veguherî Kawayê hemdem û qêrîna wî ya "Berxwedan Jiyan e"bû silogana gelê Kurd li her derê.

Ne tenê hikumeta Tirkiyê pîrozkirina cejna Newrozê qedexe kir, lê belê hikumet û sîstemên faşîst ên Iraq û Îranê jî ji bo pêşîgirtina kombûnên Kurdan û berzkirina nasnameya neteweyî hemû şêwazên xirab bi kar anîn.

CEJNA NEWROZÊ LI SÛRIYÊ

Li Sûriyê jî pîrozkirina Newrozê qedexe bû û her kesên ku Newroz pîroz dikir rastî girtin, êşkece û kuştinê dihat. Di Newroza sala 1986`an de cara yekemîn Kurdên Şamê ji bo pîrozkirina Newrozê daketin kolanan, lê belê hêzên ewlekariyê mudaxele kirin û welatiyê bi navê Silêman Adî şehîd xistin.

Heta roja îro jî rêveberiya hikumeta Sûriyê nahêle ku xwendekar û karmend beşdarî pîrozbahiyên cejna Newrozê bibin. Ger beşdarbibin jî rastî girtin û derxistina ji kar û dibistanan tên. 

Di sala 1988`an de, rejîma Baasê biryara hejmar 104 derxist ku roja 21`ê Adarê ji her salê wekî cejneke fermî ya dayikan dipejirîne û aliyên giştî li dewletê bêyî ku taybetmendiya Newrozê destnîşan bike, betal dike. Bi vê yekê hebûna Kurdan li welêt paşguh dike.

Piştî serhildana 12`ê Adara 2004`an, hikumeta Baasê zordariyên li ser kesên Newrozê pîroz dikin, zêde kir. Di şeva Newroza 2008`an  de, şêniyên Qamişlo ku agir li pêşiya malên pêxistibûn hedef girt û di encamê de 3 ciwan şehîd bûn.

Di Newroza 2010`an de li bajarê Reqayê hêzên ewlekariya Sûriyê gule li şêniyan reşandin û zarokê bi navê Mihemed Nûr şehîd bû û bi dehan kes birîndar bûn. Her wiha di heman salê de bi hezaran Kurd li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hatin girtin.

Kesên ji ber Newrozê tên girtin li dadgehên leşkerî bi tewanên "derxistina tevlîheviyê" û "endamtiya rêxistinên ne bi ruxsetkirî" dihatin dadgehkirin.

Di vê der barê de, nivîskarê Kurd Xalis Mesûr dibêje ku wî şahidiya tengavkirina rejîmê ji pîrozbahiyên Newrozê re kiriye û destnîşan kir ku ji ber tirsa girtinê û êşkeceya li ser destê hêzên ewlehiya Baasê, pîrozbahî di malan de dihatin kirin. Her wiha diyar kir ku Newroz sembûleke dîrokî xwedî pîrozî ye, berevajî sîstemên faşîst ku gelê Kurd bi veqetînê tewanbar dikin.

Mesûr wiha berdewam kir: "Hêzên ewlehiyê dewriyeyên xwe li gund û bajaran zêde dikirin da ku agirê Newrozê neyê pêxistin. Ji ber ku sîstema Baasê ya şofînîst  Kurd ji mafên wan ên siyasî û çandî bê par hiştin û bi hemû şêwazan hewl da hebûn Kurdan, nasnameya neteweyî û hebûna dîrokî tune bike."

Nivîska Xalis Mesûr destnîşan kir ku bi ragihandina Rêveberiya Xweser a Barkur û Rohilatê Sûriyê re, pîrozbahiyên Newrozê bi awayekî berfireh û birêxistinkirî bi pêş ketin û niha bi pîrozbahiyên birêxistinkirî ku amadekarî jê re tê kirin û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarê dibin, Newroz tê pîrozkirin.

Beriya ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava, gelê Kurd sala 2012`an bi dirûşmeya "Newroza ber bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve" pîroz kir. Di sala 2013`an de jî Kurdên Sûriyê Newroz bi dirûşmeya "Em Newroza 2013`an bi serkeftina 19`ê Tîrmehê û di rêveberiyeke xweser a azad de vejînin" pîroz kir.

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser li Rojava, hemû pêkhate û gelên Rojava yên di nava rêveberiyê de ku mudela demokrasiyê li herêmê ye, beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Ji ber vê yekê Newroza 2014`an bi dirûşmeya "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk modela Sûriye demokratîk a azad û pirreng e" pîroz kir.

Şeva Newroza 2015`an jî şêniyên bajarê Hesekê rastî 2 êrişên terorî hatin. Di êrişan de 53 welatiyên Hesekê ku piraniya wan jin û zarok bûn şehîd bûn û 130 kes jî birîndar bûn. Qurbanî bi navê "Şehîdên Newroza 2015"hatin bi navkirin. Gelê Rojava tekez kir ku dê êriş vîna wan têk nebin û hemû pêkhateyên herêmê beşdarî rakirina birîndaran û oxirkirina qurbaniyan bûn.

Di sala 2016`an de pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşmeya "Ji Rojavaya azad ber bi Sûriyeke fedral û demokratîk ve" hatin bi rêxitinkirin.

Newroza 2017`an jî bi dirûşmeya "Bi ruhê Newroza ferdrasyona bakurê Sûriyê em berxwedana bakurê Kurdistanê vejîn bikin" hat li darxistin.

Di sala 2018`an de piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Newrozê bi dirûşmeya "Berxwedana Efrînê dê bibe newroza gelan" pîroz kirin.

Bi girankirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala 2019`an bi dirûşmeya "Bi ruhê Newrozê tecrîdê bişkînin û Efrînê azad bikin" Newroz pîroz kirin.

 (cx)

ANHA


Mijarên Din