Agirbesta Idlibê li ber hilweşînê ye û bombebarana balafirên Rûsyayê didome

Dîsa eniyên li herêmên qaşo bêçek ên li gorî lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê, şer gur dibe. Her wiha ji roja 4’emîn a agirbestê ve bi rasthatina nakokiya daxuyaniyên di navbera Rûsya, dewleta Tirk û rejîmê de, Rûsyayê bejahiyên Idlibê hedef girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku dîsa herêma qaşo bêçek, şeva berê û vê sibehê hat bombebarankirin. Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên Meirşorîn û Meiseran ên bajahiyên bajarê Meret El-Nûman ê başurê rojhilatê Idlibê bombebaran kirin.

Têkildarî mijarê, hêzên rejîmê deverên Xedqa, Meiseran, Ebû Çirêf, Kenês Til El-Şêx ên bejahiyên rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê topbaran kirin û tu agahiyên li ser ziyanên mirovî bi dest neketin.

Ev şer û gurbûn, piştî roja 4’emîn a agirbesta ku Rûsya û dewleta Tirk a li ser hevpeyvîna Pûtîn û Erdogan ragihandiye, pêk hat. Rejîma Sûriyê civîna sêalî ya di navbera Tirkiye, rejîm û Moskovê de û daxuyaniyên binakok ên van dewletan de eşkere kirin.

Nakokiya yekemîn di navbera Rûsya û dewleta Tirkiyê de pêk hat, piştî hevpeyvîna Pûtîn û Erdogan, Rûsyayê soza destpêkirina agirbesta nû ya li Idlibê ragihand, lê dewleta Tirkiyê sozeke dijber ragihand.

Piştî civîna ewlehî ya ku li Moskovê li dar ketiye, dewleta Tirk anî ziman ku di civînê de nîqaş li ser mekanîzmaya hevkariya di navbera her du aliyan de ya êrişkirina li ser QSD’ê hat kirin, lê rejîmê ev tişt derewand û piştrast kir ku civîn li ser rewşa Idlib û derketina hêzên dewleta Tirk ji Sûriyê bû.

Van nakokiyan tevliheviyeke mezin di navbera her du aliyan de pêk anî û wê jî hişt ku rewş bi ber gurkirinê ve biçe, her wiha bi wê re jî binketina Rûsya û Tirkiyê der barê dubarekirina senaryoya Astanayê li Lîbyayê de, rû da ku Xelîfe Hefter ji ber rola dewleta Tirk di agirbestê de heye, îmzekirina peymanê red kir.

Li gorî çavdêran, Rûsyayê soz da dewleta Tirk ku dê Hefter îqna bike ku erê bike, lê Hefter hêviyên dewleta Tirk têk birin.

(fr)


Mijarên Din