Ahmet Oguz: Dewleta Tirk tecrîdê bi tena serê xwe nameşîne

Ahmet Oguz greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye, nirxand û got “Dewleta Tirk vê tecrîdê bi tena serê xwe nameşîne. Hêzên navneteweyî yekser destekê didin tecrîdê.”

Ji 27’ê Mijdarê ve ji bo protestokirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal e li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a a Îmraliyê tê ragirtin û ji bo protestokirina binpêkirinên li girtîgehan, grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger dest pê kiriye. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan, li gelek girtîgehan bi dewrgirtina koma 18'an didome.

Endamê Federasyona Komeleyên Hevgirtina Hiqûqî ya Xizmên Girtiyan (TUHAD-FED) Ahmet Oguz têkoşîn û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ji ANHA'yê re nirxandin.

Ahmet Oguz got li girtîgehên Tirkiyê tecrîda mutleq tê domandin û wiha axivî: "Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û li girtîgehên Tirkiyê tecrîdeke mutleq heye. Ev tecrîd di serî de li Îmraliyê dest pê dike û li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Dewleta Tirk bi tena serê xwe vê tecrîdê pêk nayne. Heke em hinekî li paşerojê vegerin, em dibînin ku CPT'yê meha Tebaxê ya sala borî raporek pêşkêş kir û piştre di serdana xwe li Tirkiyê ya meha Çileyê de pêdivî pê nedît ku biçe Îmraliyê. Ev yek jî mezinahiya vê tecrîdê rave dike. Di dema serdanê de CPT'yê hewcedarî pê nedît ku bi rêber Abdullah Ocalan an jî bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Lewma jî dewleta Tirk bi tena serê xwe vê tecrîdê pêk nayne. Ev tecrîd ji aliyê hêzên navneteweyî ve yekser tê destekkirin."

Endamê TUHAD-FED'ê Ahmet Oguz da xuyakirin ku girtiyan tenê ji bo pirsgirêkên xwe dest bi greva birçîbûnê nekiriye, ji bo gelê Kurd ê li tevahiya Rojhilata Navîn di bin zextan de, vê çalakiyê pêk tînin û wiha dewam kir: "Dibe ku girtiyên li zindanan ji aliyê fîzîkî ve girtî bin, lê ji me azadtir in. Ew girtî me dilxweş dikin. Di nîqaşên me yên bi girtiyan re dibêjin ku wan ji bo xwe dest bi vê greva birçîbûnê nekiriye, lê ji bo ku di pêvajoya Rojhilata Navîn de azadiyê gelê Kurd mîsoger bibe, dest bi vê berxwedanê kirine. Divê îdiaya vê berxwedana greva birçîbûnê ne tenê bi gelên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re sînordar be, di heman demê de siyaseteke berfirehtir e ku hêzên navneteweyî seferber bike.”

‘DEWLETA TIRK VÊ HÊZÊ JI BÊDENGIYA CPT Û DMME'YÊ DIGIRE’

Oguz anî ziman ku dewleta Tirk tecrîd bi tenê li zindanan sînordar nekiriye, hewl dide tecrîdê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bike û dewleta Tirk vê hêz ji bêdengiya CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) digire.

Oguz got: "Ji sala 2011’an ve dosyayên doza rêber Abdullah Ocalan di DMME'yê de nehatiye nîqaşkirin, çima nayê nîqaşkirin? DMME dixwaze vê bibêje; ez qebûl nakim lê belê çavê xwe lê digirim. Em bang li hemû kesên ku dibêjin ez demokrat im û wijdanê min heye, dikin ku li dijî van helwestan li dora zindanan bibin yek. Rewşa li girtîgehan her roj girantir dibe. Divê tenê wek greva birçîbûnê lê neyê mêzekirin. Di rojên pêş de dê bedena xwe bidin ber mirinê.”

Ahmet Oguz bi bîr xist ku Mahmut Yildiz di 3’yê Sibatê de ji bo protestokirina pêkanînên keyfî, îşkence û tecrîda li ser rêber Ocalan û girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şakranê çalakiyeke canbexşane li dar xist û got: “Mahmut Yildiz li Girtîgeha Şakranê çalakiyeke fadaî kir. Sîstemê hewl da vê şêweyê berxwedanê veguherîne dozeke edlî. Beriya çalakiyê Mahmut Yildiz notek hişt û got 'Dibe ku ev şêweyê çalakiyê neyê erêkirin û tevger li dijî wê derkeve, lê ez bi biryar im ku vê çalakiyê pêk bînim'. Vê çalakiyê nîşan daye ku girtî li dijî hemû zextan bê teredut ji bo dayîna berdêlan têkoşîna xwe didomînin. Wezîfeya hemû gelên birûmet e ku xwedî li berxwedana van girtiyan derdikevin.”

Ahmet Oguz di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku yek ji girtîgehên ku herî zêde zext lê tên kirin, girtîgeha Mereş Turkoglu ye û ji vê girtîgehê rojane agahî ji wan re tên û got: “Îşkenceya li girtîgehên Tirkiyê roj bi roj girantir dibe. Di hemû hewldanên xwe yên hiqûqî yên li dijî tecrîd û îşkenceyê de em nikarin muxataban bibînin. Êdî dewleta hiqûqê, destûra bingehîn nemaye. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tekane tişta ku di dest me de maye, ew e ku em dengê hevrêyên xwe bidin bihîstin.”

‘DIVÊ ROJEVA ME YA YEKEMÎN TECRÎD BE’

Oguz wiha dewam kir: “Ne azadî bêyî şikandina tecrîdê bi dest dikeve, ne jî rê li ber têkoşînê vedibe. Rojeva me ya yekem divê tecrîd be, têkoşîna li dijî wê be. Li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê her kes çi ji dest tê, divê ji bo vê têkoşînê bike. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan derbasî qonaxeke krîtîk dibin û wê cenazeyên girtiyan jî ji hundir jî derkevin û wê demê ne em, ne jî tu kes dê nekare hesabê vê bide.”

Oguz diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê belav bûye û piştî grevên birçîbûnê zextên li ser girtiyan jî zêde bûne û wiha pê de çû: "Li Tarsûs, Mereş Turkoglu, Elazîz, Patnos, Kayserî, Aksaray, Ereglî zext zêde bûne. Bi taybetî li Eregliyê, ji bo pêşî li grevên birçîbûnê bê girtin 28 roj e girtî di hucreyên yekkesî de ne. Grevên birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bûne."

Her wiha Ahmet Oguz got herî zêde malbat destekê didin girtiyan û wiha dewam kir: "Dema em grevên birçîbûnê yên demdirêj ên sala 2018'an dinirxînin, malbatên girtiyan cihê xwe di nava her cure têkoşînê de digirin. Ev têkoşîn nikare bi malbatan re sînordar be. Dema em polîtîkaya çavtirsandin û zextên psîkolojîk ên li Tirkiyê dinirxînin, bi awayekî zelal dibînin ku em bi pergalekê re ku ji bilî xwe tiştekî din qebûl nake û bi van êrişan re barbariyê dike, rû bi rû ne. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê bi hemû saziyan re, bi taybetî bi malbatên girtiyan re, bidomînin."

Endamê TUHAD-FED’ê Ahmet Oguz di dawiya axaftina xwe de got: "Em wek TUHAD-FED û malbatên girtiyan, bang li hemû kesên xwedî nirxên mirovî, wijdanî û exlaqî dikin ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin û bibin dengê girtiyan."


Mijarên Din