Ajanê istîxbarata dewleta Tirk ku li Kobanê hatiye girtin, kî ye?

Sîxurê dewleta Tirk li xwe mukir hat ku ew sedema girtina bi dehan ciwanên Kurd bi destê istîxbarata dewleta Tirk e, her wiha agahiyên li ser nuqteyên ewlehiyê dan istîxbaratê. Ew ajanekî MÎT’a dewleta Tirk e ku li Kobanê hatiye girtin.

Pergala ewlehiyê di van hefteyan de bi xebateke istîxbaratî sîxurekî girêdayî istîxbarata Tirkiyê (MÎT) li taxeke Kobanê girt.

Ajan Serdar Ebdî agahiyên mehên berê yên ji bo MÎT’a Tirkiyê xebitiye, vegotin. Her wiha bi wê re hin kesên  xebatên rêveberiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikirin, radestî dewleta Tirk kirin.

Serdar Mihemed Ebdî (30) ji gundê Donxiz ê başûrê Kobanê ye, zewicî ye û keçeke wî heye, di salên 2013 heya 2019’an de jî li herêmên Bakurê Kurdistanê xebitiye.

Di Remezana 2017’an de endamekî istîxbarata Tirk bi navê Elî, Serdar li rawestgeha erebeyan li Rihayê dît, ji Serdar xwest karekî ji wan re li beramber pereyekî pir, bike. Ji ber ku ew ji Kobanê ye û herêmê baş nas dike.

Serdar dibêje ku hevalekî wî bi nave Şukrî Berkel ji Kobanê heye û ajanê çalak ê istîxbarata Tirkiyê li hundirê Tirkiyê dike. Wî ew bi Elî ku gerînendeyê alava istîxbaratê ya li wîlayeta Rihayê ye, daye nasandin û biryar da ku bi hev re bixebitin.

ERKA SERDAR DI DESTPÊKÊ DE

Elî di destpêkê de ji Serdar xwest ku kesên di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin, binase, nexasim kantona Kobanê. Her wiha jê xwest heke hin ji wan serdana herêmên Bakurê Kurdistanê yan jî hundirê Tirkiyê dikin, binase.

Serdar di navbera 2017 heta 2019’an de wek ajan xebitî, kesên ji Kobanê û yên girêdana wan bi Rêveberiya Xweser re hene bi istîxbarata Tirkiyê dide nasîn û piştre li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ew tên girtin, ji nav wan jî pismamê wî yê bi navê Mihemed Abdulqadir Ebdî ye.

Di nava erka wî de, Serdar nêzî 6 hezar dolar ji ber dayîna agahiyên ji Şukrî Berkel û endamê istîxbarata Tirkiyê Elî re, wergirtin. Her wiha bi destê Şukrî Berkel nêzî 100 kesî ji Kobanê li Bakurê Kurdistanê hat girtin.

ERKA SERDAR PIŞTÎ DERBASBÛNA JI KOBANÊ RE

Di destpêka îsal de, ji Serdar hat xwestin ku berê xwe bide Kobanê da ku agahiyên li ser cihan bi baldarî bide, ew jî wek erkeke nû ji wî hat xwestin.

Serdar wiha got: "Istîxbarata Tirkiyê gelek agahî li ser nuqteyên li hundirê bajêr ji Adarê de xwestin, her wiha min wêne û dîmenên ji navenda giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ku navendeke ewlehiyê li kolana 48 ’an e, her wiha nuqteyeke hêzên ewlehiyê li girê Berkel, nuqteyeke din li başûrê bajêr li ser rêya Termîk ku maleke tê de fermandarên ewlehiyê wê demê hebûn, kişandin û ji wê re şandin."

Her wiha firokeya bêpîlot di Nîsanê de du moşek li pêş avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê xistin û di encamê de tu zirarên mirovî çênebûn.

TEŞWÎQKIRINA CIWANÊN KURD BI PEREYAN

Serdar Ebdî di lixwemukirhatinê de destnîşan kir ku şaxên istîxbarata Tirkiyê ciwanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo xebatê bi pereyan teşwîq dike da ku bikin ajan li dijî gel û xaka wan mîna li min kirine. Her wiha bang li ciwanên Kurd dikim ku baldar bin û hay ji van xebatên krêt hebin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din