Ajansa me rastiya êrîşa li Minbicê ya li dijî Koalîsyona Navdewletî diyar kir

Ajansa me ANHA`yê di hevdîtinek taybet bi yek ji çeteyên ku tev li êrîşa li dijî Koalîsyona Navdewletî di destpêka 2019`an li bajarê Minbicê bibû, rastiya wê êrîşê diyar dike.

16`ê Çileyê 2019`an dewriyeyeke Koalîsyona Navdewletî û Meclisa Leşkerî ya Minbic rastî êrîşeke terorîstî hatin. Di encama wê de 15 kes ji wan 4 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa me bi hevdîtineke taybet bi yek ji çeteyên ku tev li wê êrîşê bibû dê sibê biweşîne. Ew çete ji aliyê hêzên Ewlekariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di encama çalakiyeke li dijî komeke şaneyên çeteyên DAIŞ`ê 23`ê Çileyê 2019`an hate girtin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din