Ajanseke Amerîkî: Bahozeke siyasî di navbera Erdogan û Îmamoglu de radibe

Ajansa Dengê Amerîkayê ragihand ku di dema ku serokê AKP`ê rexneyên Davutoglu dike, bahozeke di navbera serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoglu û Receb Teyyîb Erdogan de radibe.

Erdogan roja Yekşemê li Trabzonê dema xîtabê kesên destekê didine wî dikir got, serokê Şaredariya Stenbolê piştgiriya kesên ku "li Amedê têkiliyên wan bi terorê re heye" dikin.

Erdogan wiha li axaftina xwe zêde kir, "Ew Kes nikarin li dijî terorê biryaran bistînin nikarin bibin serokên şaredariyan an jî siyasetmedar."

Erdogan îşaret bi serdana Îmamoglu ya ji Amedê re kir  ku piraniya welatiyên li wir dimînin Kurd in.

Di dawiya heftiya borî de serokê şaredariya Stenbolê bi hevalên xwe yên serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn re civiya. Tê zanîn ku serokên şaredaiyên Amed, Wan û Mêrdîn ji aliyên desthilata AKP`ê ve di meha derbasbûyî de ji erka xwe hatin rakirin û qeyûmên AKP‘ê li dewsa wan hatin erkdarkirin.

Ajansê bal kişand ku Îmamoglu îstîfakirina serokên şaredariyên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin şermezar kir û wekî êrîşrekê li ser  dîmokrasiyê bi nav kir. Çavdêr dibînin ku Erdogan serokên CHP`ê xistiye rojeva xwe.

Mamosteyê Têkiliyên Navneteweyî Suley Ozil ji zanîngeha Qadir a li Stanbolê got, piraniya xelkê ev yek wekî gefeke rasteqînî dibînin û rewşa serokên her sê şaredariyên li başûr-rojhilat wekî bobelateke dibînin û texîma dubarekirina wê li bajarên di bin serweriya CHP`ê de ne dikin.

Serketina CHP`ê li Stenbolê ji Erdogan re mezintirîn derbe bû. Ji ber ev 25 sal e ku serwerê mezintirîn bajarê Tirkiyê ye.

Ajendeyên siyasî

Imamoglu di hilbijratinên AKP`ê de bi ser ket û di hilbijratinên Hezîranê de pêşketineke balkêş bi dest xist.

Ajansê serdana Îmamoglu ya ji Amedê re wekî gava bicihkirina dengên kurdî li Tirkiyê dibînin her wiha serketina li Stenbolê bingeh e.

Çalakger Attila Yesilada ji Ajansa Dengê Amerîka re got, Îmamoglu bi serdana başûr rojhilatê welêt û dan û standina bi serokên ji gurev hatine rakirin, gavên paşverû şikandin. Di navbera CHP`ê û HDP`ê de koalîsyonek heye û  heke Erdogan dixweze ser hikum bimîne, ev ya ku divê bişkîne.

Siyaseta Îmamoglu di qada Erdoganê muhafiz de roleke mezin lîst û gefeke siyasî mezin li Erdogan xist.

Serokê şaredariya Stanbolê gefên Erdogan bê wate dimînin

Di heftiyên derbasbûyî de Erdogan bi destekdayîna propogandeyên çapemeniyên girêdayî hikumeta Tirkiyê gefên xwe li dijî serokên Stenbolê zêdetir kir.

Di encamê de krîz li Stenbolê rû da û Îmamoglu di navberê de bû, di cih de Erdogan û dezgehên çapemeniya girêdayî rejîma Erdogan şermezar kirin.

Îmamoglu roja Yekşemê got, divê her kes sînorê xwe nas bike.

Mamosteyê têkiliyên navdewltî yê zanîngeha Rojhilata Navîn a li Enqerayê Hisên Bacî got, dibe ev destpêka oparasyoneke be, muhteml e bi serweriya Stenbolê û Enqerayê re bi dawî bibe.

Mamoste wiha li axaftina xwe zêde kir, Erdogan biryara îstîfakirina serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn da û di wê baweriyê de ye ku nikare ji vê biryarê vegere, di encamê de lîskek mezin e.

Rewşa aborî û siyasî dibe ku bandora li biryara Erdogan dike ku tevgera li dijî serokên şaredariyên Stenbolê bilivîne.

Di heftiya borî de Îmamoglu 357 milyon lîreyên anku nêzî 61.5 milyon dolarî ji bo alîkariya saziyên ên ku bi malbatên Erdogan ve têkildar in û saziyên siyasî yên hundirîn re veqetand.

Di nav komeleyên ku bi aloziyê re bi bandor bûn, saziyên ciwanan û perwerdeya Tirkî (TURGEV) ku ji meclisa malbata keça Erdogan bi ve dibe pêk tê û saziyên ciwanên Tirkiyê (TUGVA) ku serok Bîlal di meclisa wê ya şêwirî ya bilind de kar dike.

Çavdêr dibînin ku biryarname bi şîrketên Erdogan û AKP‘ê ve girêdayî ye û gelek şîrketên çapemeniyê yên destekê didin hikumeta bi sedan karker ji kar dûr xistin. Ev jî piştî Îmamoglu hevpeymanên serketî bidawî kirin.

Çavkaniyên nêzî serokatiyê îdîa dikin ku fîşarên şîrketan li Stenbolê girêdayî Erdogan in û hilbijratinên şaredariyên Stenbolê dubare kirin.

Çavdêr dibînin ku Erdogan muteml e ji ber fîşarên wiha ji bo îstîfakirina Îmamoglu were.

 (eh)


Mijarên Din