Ajokaran buhayên çûn û hatinê bilind kirine, welatî bi gazinc in

Li geracên bajarê Qamişloyê buhayên çûn û hatinê li gel her ajokarekî ji yê din cudatir e. Ji ber wê jî welatî bi bertek in. Navenda Zimhêrê ya Herêma Cizîrê vê mijarê nîqaş dike.

Li geracên herêma Cizîrê buheyên çûn û hatinê bi awayekî berbiçav bilind bû. Sedemeke wê jî daketina nirxê lîreyên Sûriyê li beramberî pereyên biyanî. Ji wan geracan ên Siyahî û Sîna yên bajarê Qamişloyê ne. Ew her du gerac herêmên rojhilatê kantona Qamişloyê bi herêmên rojava û kantona Hesekê ve girê dide.

Xwediyên basan buhayên çûn û hatinê bilind kir, bêyî ku serî li Navenda Zimhêrê bixin. Beriya niha buhayên çûn û hatinê ji bajarê Qamişloyê heta Hesekê 600 lîre bû, niha kirine hezar lîre, ji bajarê Qamişloyê heta Dirbêsiyê ji 500 bû, kirine 800 lîre, Qamişlo – Tirbespiyê ji 200 bû, kirine 300 û Qamişlo – Girkê Legê ji 400 kirine 500 lîre.

Ajokarê bi navê Amir Îsmaîl ku li ser xeta Qamişlo – Hesekê dixebite, got sedema bilindbûna buhayên çûn û hatinê ji ber buhayên sererastkirina erebeyan, mazot û her wiha buhayên madeyên xwarinê bilind bûne û wiha got: "Me ji Navenda Zimhêrê xwest ku vê pirsgirêkê çareser bikin lê heta niha erka xwe pêk neaniye."

Welatiya bi navê Hosa Cûma Xelef ev tişt anî ziman: "Ez rojane tême bajarê Qamişloyê, ji ber ku ez li bajêr dixebitim. Ez rojane 5 saetan bi buhayên hezar lîreyên Sûrî dixebitim û ev pere tenê têra çûn û hatina min dikin."

Ji rêveberên Geraca Siyahî ya bajarê Qamişloyê Telal Hisên Mihemed diyar kir ku piştî derfet hat dayîn ku gerac were vekirin,ji ber bilindbûna buhayên çûn û hatinê matmayî mane.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 11`ê Gulanê de derfet da ku çûn û hatina di navbera  bajaran de çêbe.

Telal wiha pê de çû: "Piştî bilindbûna buhayan ji aliyê ajokaran ve, me peyamek ji Navenda Zimhêrê re şand lê heta niha bersiva wê nehatiye. Me bang li navendê kir ku bi lîsteyekê buhayên çûn û hatinê diyar bike û nehêle welatî werin keysbazkirin."

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Zimhêrê ya herêma Cizîrê Abdulbasit Kûtê anî ziman ku di dema qedexeya derketinê de gerac girtî bûn, hemû xebatên wan girêdayî madeyên xwarinê bûn û bi hatina cejna Remezanê re Navenda Zimhêrê gerên xwe di nava sûkan de zêde kirin.

Abdulbasit Kûtê anî ziman ku ew lîsteya buhayên çûn û hatinê lêkolîn dikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din