Akad: Artêşa Tirk li pêşiya tedbîrên li dijî vîrûsê dibin asteng

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad bang li dewleta Tirk kir ku banga NY`î ya agirbestê di ber çavan re derbas bike. Akad got: “Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker gelek sivîl birîndar bûn û sivîl neçar kirin ku qedexeya derketina derve binpê bikin.”

Li gel belavbûna Koronavîrûsê li tevahiya cîhanê, NY`î bang li tevahiya aliyan li Sûriyê kir ku agirbestê ragihînin. Lê artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê hîna binpêkirinên xwe li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û bangawaziyên NY`î paşguh dike di dema ku cîhan hewl dide li dijî Koronavîrûsê tê bikoşe.

Beriya çend rojan gundên girêdayî gundewarê Til Temirê rastî topbarana topavêjên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin. Di dema ku şênî tedbîrên hişyariyê û qedexeya derketina derve pêk dianîn û ji malên xwe dernediketin.

Têkildarî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker bandora wê li ser şêniyan fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad îşaret bi bangawaziyên NY`î yên girêdayî agirbesta li Sûriyê kir û got: "Hêzên Sûriya Demokratîk bangawaziya NY`î erênî nirxand û ragihand ku ew ê agirbestê pêk bîne û kedên xwe ji bo têkoşîna li dijî Koronvîrûsê xerc bike. Her wiha bang li tevahiya aliyan kir ku agerbestê pêk bînin. lê artêûa Tirk  a dagirker û çeteyên bê bangawaziyê paşguh dikin."

Akad wiha domand: "Dewleta Tirk sûcên xwe didomîne. Binpêkirinên xwe rojane dubare dike. ji destpêka meha Adarê ve gelek herêm topbaran dike; Um El-Kêf û Ribîat li herêma Zirgan."

Akad di nav gotinên xwe de got: "Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de sivîl birîndar bûn. Ev tişt bi awayekî neyînî bandor li sivîlan dike û nahêle şênî biryara qedexeya derketina derve bînin cih. Ger vîrûs gihaşt herêmê û belav bû, tu derfetên me tune ne ji bo ku tune bikin."

Xabûr Akad bang li Tirkiy kir ku bangawaziyên NY`î di ber çavan re derbas bikin ji bo ku li hember Koronavîrûsê tê bikoşin û got: "Dewleta Tirk hîna siyaset û ajandeyên xwe li herêmê pêk tîne. Agirbestê red dike. Ev nahêle herêm aram bibe."

Di dawiyê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad bang li dewletên misogerker kir ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku sûc û binpêkirinên xwe rawestîne û rê li pêşya topbarana wê ya domdar li dijî sivîlan bigirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din