Akademiya Civaka Demokratîk li Kobanê dewreyeke nû vekir

Akademiya Civaka Demokratîk li bajarê Kobanê dewreyeke nû ya perwerdeyê bi tevlêbûna 35 endamên saziyan vekir.

Piştî nêzî 2 mehan ji sekinandinê, Akademiya Civaka Demokratîk li bajarê Kobanê vê sibê dewreyeke nû ya perwerdeyê bi tevlêbûna 35 endamên saziyên bajêr vekir.

Dewre bi navê şehîd Rojeng Cûdî hat vekirin. Dê beşdarên dewreyê dersên li ser neteweya demokratîk û mijarên fikrî ji aliyên kesên pispor ve, bibînin.

Rêveberiya akademiyê diyar kir ku dewre dê ji saet 8’ê sibehê heta saetên piştî nîvro berdewam bike û dê vekirî be.

Akademiya Civaka Demokratîk bi rêya van dewreyan hewl dide asta endamên saziyên herêmî bilind bike û behreyên wan bi pêş bixe.

ANHA


Mijarên Din