Akademiya HPC‘ê li Hesekê hate vekirin

Akademiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi navê "Şehîd Riyad" bi merasîmekê li bajarokê Tiwêna yê girêdayî bajarê Hesekê hate vekirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê û endamên Hêzên Parastina Civakî beşdar merasîmê vekirina akademiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin dayika şehîd Riyad, Terfa Cemîl Ebdî axivî, vekirina akademiyê li HPC, malbatên şehîdan û şêniyên herêmê pîroz kir.

Rêveberê HPC‘ê yê kantona Hesekê Luqman Hesekê axivî û got: "Şehîd Riyad nimuna fedekarî û lehengiyê bû. Di dema şer de hertim dixwest em wî bişînin xetên pêş. Şehîd Riyad beşdarî gelek pêngavaên rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ‘ê bû û dema hewl dide hevalên xwe di şerê rizgarkirina Reqayê de rizgar bike gihişt asta şehadetê. Ji bo dilsoziya bi şehîd Riyad re me ev akademî bi navî wî vekir û hêvî dikin ku ev akademî bibe gaveke ber bi avakirina civakeke xweparastî û rêxistinkirî."

Piştre beşdaran li ber stranên koma Zîlan govend gerandin.

ANHA


Mijarên Din