Akademiya Hêzên Taybet dewreya 3‘yemîn qedand

Li Akademiya Hêzên Taybet a QSD ya li Eyn Îsa dewreya perwerdeyê ya 3‘yemîn a bi navê Şehîd Dilovan Minbic, bi merasîmekê bi dawî bû

Akademiya Hêzên Taybet a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî 3 meh beriya niha bi tevlîbûna bi dehan ciwanên herêma Firatê dewreya perwerdeyê ya sêyemîn bi navê "Şehîd Dilovan Minbic" destpê kiribû. Di dewreya ku 90 rojan dewam kir de waneyên bîrdozî, leşkerî li ser hunera şer hatin dîtin.

Îro, bi armanca qedandina dewreyê merasîmek pêk hat. Bi dehan fermandarên QSD û nûnerên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmbi rêzgirtinê destpê kir, paşê ji fermandarên QSD Cemîl Mezlûm axivî û bi dawî kirina dewreyê li kesên derçûne pîroz kir û bal kişand ser rola hêzên taybet di qonaxa duyem de  li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê ku ewlehiya herêmê dikin hedef.

Cemîl bang li şervanan kir ku li gorî pîvanên ku di dewreyê de fêrbûne tev bigerin kir.

Piştî axaftinê kesên tev lî dewreyê bibûn sonda leşkerî xwarin û torenên leşkerî ji proseyên rastiya şer wekî  "Aramanckirin, serdegirtina nuqteyên terorîstan û şerê ji nêz ve" lidar xistin.

Dilovan Minbic ji bajarê Minbicê ye û di nava hêza Komandozê de cih digirt, di 19`ê Sibata 2019‘an de dema ku bi erka xwe ya şer radibû şehîd bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din