Akademiya Jinan a Sûriye dewreya xwe ya 14`an bi dawî kir

Akademiya Jinan a Sûriye îro dewreya xwe ya 14`an bi dawî kir. Dewre bi navê şehîd Elîf Botan hate vekirin û endaman da zanîn ku wan bi rêya vê dewreyê felsefeya azadî û demokrasiyê nas kir.

Dewreyê 21 rojan dewam kir û 25 endamên ji saziyên civaka sivîl, meclisên herêmî yên jinan ji bajarên Dêrazorê û Reqayê beşdarî perwerdeyê bûn. Di dewreyê de dîroka jinan, girîngiya perwerdeyê, neteweya demokratîk, rexne û rexnedayîn hatin dayîn.

Endaman destnîşan kir ku di van waneyan de wan felsefeya azadî û demokrasiyê nas kir.

Endama bi navê Necah Emîn ku ji pêkhateya Ermen e, wiha got: "Ew dûrî qadên fikrî û siyasî ne, ji ber vê dema li xwe vedigerin dibînin ku di gelek aliyan de lawaziyên wan hene û bi rêya perwerdeyên wiha,  dikarin asta xwe ya bîrdozî kûr bikin.”

Li aliyekî din jî endama bi navê Rebîa Qewas a ji pêkhateya Kurd, got vekirina akademiyên taybet ên jinan dihêle şermê bişikîne, berî niha armanca wê ew bû ku zarokên xwe xwedî bike, lê piştî beşdarî akademiya jinan bû, bi hev re jiyan, ziman û çanda hev û din nas kirin û jixwe jiyana hevbeş projeya ku ew pê bang dikin.

Endama bi navê Mariya Felah Elî jî got bi beşdariya vê perwerdeyê tê gihîştin ku dê dîrok îsbata serkeftinên ku jinan bi dest xistine ew ê binivîse, her wiha ew ê qehremaniya jinan jî were nivîsandin, ji ber jin sembola serkeftin û têkoşînê ne, şoreş bi taybetiya xwe bi rê ve bir û pêşengê tevahî jinên cîhanê.

Amademiya Jinan a Sûriye 18’ê Nîsana 2019`an hate vekirin û heta niha 350 jinên ji hemû pêkhateyên herêmê û tevahiya saziyan beşdarî perwerdeyê bûne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din