Akademiya "Komandos" dewreya 4’emîn bi dawî kir

Îro Akademiya Hêzên Taybet "komandos" dewreya 4’emîn li navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê ku 4 mehan dom kir, bi dawî kir.

Dewreya navê "Şehîd Adil Qedûr" girt 143 şervan ji ciwanên herêma Firatê beşdar bûn. Şervanan waneyên fikrî, leşkerî li ser tevahî cureyên çek û hunerên şer standin.

Di merasîmê qedandina dewreyê de fermandarên Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) û Yekîneyên Dîsplîna Leşkerî amade bûn. Merasîm bi torana leşkerî ji hêla şervanan ve dest pê kir. Piştre fermandarê Meclisên Leşkerî yên Herêma Firatê Cemîl Mezlûm axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir.

Fermandar Cemîl Mezlûm îşaret pê kir ku bidawîkirirna şervanan a perwerdê di demeke nazik de ku tevahî pêkhateyên herêmê rû bi rûyî êrîşên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ne, hat. Ji yek erkên van hêzên taybet ew e ku tunekirina şaneyan da ku gelên li herêmê bi ewle û aştî jiyan bikin.

Li dawiyê Mezlûm tekez kir ku pêwîst e têkoşîna li hember planên bi hewldana derbkirina projeya neteweya demokratîk ên li herêmên Rêveberiya Xweser, bidomin.

Piştre şervanan hunerên şer ên ku di perwerdê de dîtine li pêş beşdaran pêşkêş kirin. Merasîm bi sonda leşkerî bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din