Akademiya Kongreya Star menbera pêşxistina rola jinan e

Akademiya Kongreya Star a li Helebê ji destpêka hatiye vekirin û heta niha 5 dewreyên perwerdeyê qedandine û 118 jin perwerde kirine.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê di dema êrîşên komên çete yên li ser taxê de, azar kişandin. Van êrîşan bandoreke neyinî li ser jiyana civakî ya taxê kiribû.  Bi rizgarkirina taxê û vegera şêniyan re saziyên civakî jî aktîv bûn. Her yekê erka xwe di rêxistinkirin û xizmeta civakê de bi rêk û pêk bi cih anî.

Ji ber beşdarbûna aktîf a jinan di berxwedanê taxê de pêwîstî bû bernameyek ji bo jinan were danîn. Ev bername siyasî, çandî û civakî be ku rola jin a di avakirina civakeke exlaq û polîtîk de vegerîne û îdeolojiya azadiya jinan di civakê de xurt bike.

Kongreya Star ev erk hilda ser xwe û bi vekirina akademiyên perwerde û pêşxistinê, gava yekemîn avêt.

Akademiya Kongreya Star a Helebê di 5‘ê Mijdara 2018‘an de li beşê rojavayê taxê hate vekirin. Akademî ji aliyê komîteyeke perwerdeyê ve ku ji 3 jinan pêk tê,  tê birêvebirin.

Akademî ji dema hatî vekirin û heta niha 5 dewreyên perwerdeyê bi beşdarbûna 118 jinan ji pêkhateyên cûda yên taxê vekir.

 Dewreyên perwerdeyê yên vekirî û hin jî girtî bûn

Akademiyê Kongreya Star a Helebê bi tevlêbûna 77 jinan 3 dewreyên perwerdeyê yên vekirî, vekir. Jê hin taybet ji bo jinên pêkhateyên Ereb bûn. Dewreyên perwerdeyê yên vekir hefteyek bûn, ji saet 08:00 heta 16:00‘an dewam dikirin. Di perwerdeyê de waneyên li ser "Girîngiya Perwerdê, Rastiya Rêbertiyê, Dîroka Jin, Rêziknameya Kongreya Star, Rêbazê Xîtabetê, Zayendperestî, Jin û Polîtîka, Rêveberî û Rêxistin" dihat dayîn.

Dewreyên girtî

Di akademiyê de bi beşdarbûna 41 jinan 2 dewreyên perwerdeyê yên girtî hatin organîzekirin. Her dewreyek 20 rojan dewam dikir. Di dewreyê de waneyên  "Rêziknameya Kongreya Star, Dîroka Sûriyê, Têgeh, Dîroka Kurdistanê, Civaka Xwezayî, Jinelojî, Şerê Taybet, Aborî û Netewa Demokratîk" dihatin dîtin.

Her wiha semîner, dersên zimanê Kurdî dihatin dayîn û belgefilîm dihatin pêşandan.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Kongreya Star Rojava Silêman derbarê xebatên akademiyê de axivî û got: “Akademiyê bernameya xwe ya perwerdeyê bi dewreyên vekirî destpê kir. Paşê dewreyên girtî organize kir. Bi dehan jin ên endamên komîn, meclis û saziyan tevlî perwerdeyan dibûn.

Rojava Silêman anî ziman ku armanca wan pêşxistina asta zanistê ji bo jinan giring e û got: “Da ku jin karibin rola xwe di saziyan û her qadan de bi cih bînin.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din