Akademiya Şehîd Bêrîvan dewreyek şervanên nû vekir

Akademiya Şehîd Bêrîvan a YPJ`ê dewreyek bi navê şehîd Evrîm vekir.                                                                                                    

Dewreya perwerdeyê ku Li kantona Hesekê hate vekirin, bi dehan şervanên YPJ’ê ji herêmên cuda tev lê bûn û dê 45 rojîan perwerde dewam bike.

Vekirina dewreyê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir. Di merasîmê de ji fermandarên YPJ'ê Rûken Efrîn xîtabî şervanan kir û wiha got: “Em vekirina Dewreya Şehîd Evrîm di serî de li rêber Apo, hemû şehîdên tekoşînê, li gelê welatparêz û hemû şervanan pîroz dikin. We bi vîna xwe biryara gavavêtina yekemîn a nava refên YPJ’ê de daye û îro hûn li vir kom bûne. Ev gavekî fedaî û bi wate ye. Her tevlêbûna jineke nava têkoşîn û şoreşê tê wateya redkirina pergala serdest û paşverûtiya civakî.”

Merasîm bi avêtina dirûşman bi dawî bû. Piştî merasîm bi dawî bû, şervanan soza xwe da û govend gerand.  

(kc)


Mijarên Din