Akademiya Şehîd Emar El-Şêx  dewreyek vekir

Akademiya Şehîd Emar El-Şêx a QSD`ê dewreya xwe ya duyemîn a bi navê Şehîd Çiya Kobanê bi merasîmekê vekir.

Bi armanca pêşxistina pergala ewlehî û parastina sînor ji her xeteriyekê ku ewlehiya herêmê tehdîd dike, Akademiya Şehîd Emar El-Şêx dewreya xwe ya yekemîn bi dawî kir. Niha jî dewreya xwe ya duyemîn bi tevlibûna bi sedan ciwanan ji Reqa û Tebqayê bi merasîmekê vekir. Dewre dê 45 rojan bidome.

Fermendar û şervanên QSD`ê, Hêzên Erka Xweparastinê û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîma vekirinê bûn. Di dewreyê de şervan waneyên siyasî bi armanca firehkirina asoyên xwe û perwerdeyên leşkerî girêdayî hunerên şer û bikaranîna çekan dibin.

Piştî torena leşkerî fermendar û endamê rêveber ê Akademiyê Selman Mehmûd axivî û destnîşan kir ku bi armanca parastina herêmê ji her êrîşekê yan jî dijminekê, dewreyên leşkerî bi tevlibûna ciwanên pêkhateyên herêmê vedikin.

 Selman diyar kir ku bi saya şehîdan serkeftina mezin li ser dijminê herî xeter yanî terora DAIŞ`ê hate bidestxistin.

Piştî bidawîbûna axaftinan şervanan sond xwarin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şehîd Çiya Kobanê fermendarê QSD`ê bû û di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din