Akademiya Şehîd Koçerîn dewreyek nû bi dawî kir

Akademiya Leşkerî ya Şehîd Koçerîn ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Ebdilsetar El-Cadir" bi dawî kir.

Akademiya Leşkerî ya Şehîd Koçerîn a Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro bi merasîmekê dewreya perwerdeyê ya bi navê "Şehîd Ebdilsetar El-Cadir" a 38 şervan tevlê bibûn, bi dawî kir.

Dewreya perwerdeyê 2 mehan dewam kir. Şervanên perwerde li ser bikaranîna çekên giran û wêneyên bîrdozî dîtin.

Di merasîmê bidawîkirina dewreyê de fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û malbata şehîd Ebdilstar Cadir beşdar bûn.

Merasîma dawîkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir, paşê berevkê Fermî yê Meclisa lekerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û bidawîbûna dewreyê şervanan û şêniyên Minbicê pîroz kir.

Şervan, diyar kir ku ew wek hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi saya xwîna şehîdan û şervanên welêt gelek serkeftin pêk anîn.

Bi navê malbata şehîd Ebdilstar El-Cadir, birayê wî Ehmed Mistefa El-Cadir axivî û dawîkirina dewreyê pîroz kir û wiha got: "Em hemû hêvî dikin ku hûn kêfxweşiyê li ser lêvên zarokên me bineqşînin û parastina ewlehiyê bikin."

Piştî axaftinan, şervanan sûnda leşkerî xwendin.  Her wiha fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê plaketên sembola akademiyê li şervanan belav kirin.

Merasîm bi gerandina govendê bidawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din