Akademiya Şehîd Şîlan dewreya yekemîn a mêran vekir

Piştî bidawîkirina gelek dewreyên perwerdekirina jinan, Akademiya Şehîd Şîlan li Kobanê dest bi dewreya yekemîn a perwerdeya mêran li ser asta Herêma Fratê, kir.

Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê ya girêdayî Kongre Star a Herêma Fratê dewreya yekemîn a perwerdekirina mêran li li ser asta herêma Firatê, kir.

Dewre di vê hefteyê de vebû. 18 rêveber û endamên ji hemû desteyên herêmî yên li herêma Fratê beşdarî dewreyê bûn. Armanc ji dewreyê ew e perwerdekirin û nasandina civakê ye. Beşdaran di rojên destpêkê de waneyên fikir û îdolojiya der barê jiyan rojne ku her du zayend jiyan dikin de û waneyên der heqê dîroka jin de standin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Akademiya Şehîd Şîlan Felek Yûsiv da zanîn ku li ser daxwaza jinên ku beşdarî dewreyên berê bûne, dewreya perwerdekirina taybet a mêran hate vekirin.

Felek Yûsiv anî ziman ku perwerdekirina jinan û hiştina mêran bê perwerde dê bibe pirsgirêk di civakê de her du zayend jê zirarê bibînin. Her wiha nirxandina civakê jî tenê ji aliyekî ve ne pêkan e.

Di berdewama axaftina xwe de Felek bal kişand ser ku ya herî pêwîst guhartina zihniyeta mêr di civakê de û di hemû xebatên jiyanê yên ku mêr û jin pev re, bi taybet di malbatê de, kar dikin de, çêbibe.

Felek Yûsiv got ji têgeha jiyana hevbeş, wekheviya di navbera jin û mêran de di civakê de û pêşdebirina ber bi pêşerojeke ronîdar û civakeke zana ve tê de azadî û demokratîk heye, Kongre Star bersiva jinan a perwerdekirina mêran a li akademiya Kongre Star a standina waneyên bîrdozî da.

Akademiya Şehîd Şîlan li kantona Kobanê dewreyên perwedkirina jinan a çawaniya xebitîna di jiyana rojane û pîşeyî de di hemû waran de, organîze dike.

Dewre di roja 7’an de ye. Dê heta hefteyeke din bidome. Beşdaran tekez kir ku êdî zanîn ku pêwîstiya van dewreyan çi ye da ku ji nêz ve mafên jinan binasin û dûrî zihniyeta mêrdestiyê bin.

(fr/kc)

ANHA


Mijarên Din