Akademiya Şehîd Xebet dewreyek nû bidawî kir

Piştî bidawîkirina dewreya perwerdê li Akademiya Şehîd Xebat a Leşkerî, îro komeke nû ya ciwanan beşdarî nava refên YPG`ê bûn.

Îro Akademiya Şehîd Xebat a girêdayî YPG û YPJ`ê ya li navçeya Dirbêsiyê dewreyek nû bidawî kir.

Dewreya ku 45 rojan dewam kir, navê şehîd Ciwan Kurdo hilgirt. Di dewreyê de waneyên leşkerî, dîroka Kurdistanê, awayên şerê taybet, rastiya jinan, perwerdeyên leşkerî û awayê bikar anîa çekan bi hemû cureyên xwe ve hatin standin.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi beşdariya fermandarên YPG û YPJ`ê, gelek şêniyên navçeyê û endamên saziyên civaka sivîl hate lidarxistin.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê kesên derçûyî ve hate destpêkirin, paşê ji fermandarên YPG`ê Sîdar Amûdê axivî û got: "Bi saya şehîdan em biser ketine. Em soza xwe heta pêkanîna armancên şehîdan, careke din nû dikin.” 

Piştî bidawîkirina axaftina Sîdar, şervanên ku nû dewreya xelas kirin, sonda leşkerî xwarin. Paşê, şervanan dîlan gerandin û piştre wê li ser noqteyên xwe yên leşkerî werin erkdarkirin.

Şehîd Ciwan Kurdo(Lewend Alîko) ku dewre ser navê hate vekirin, ji gundê Sîbîrka ya girêdayî navçeya Dirbêsiyê ye û di dema pêngava têkbirina terorîstan a li Dêrazorê şehîd bûbû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din