Akademiya Şehîd Yekta Herekol dewreyeke nû qedand

Li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a Çand û Hunerê ya navçeya Tibespiyê dewreya perwerdeyê ya muzîk a 16 endaman bi şahiyekê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Rêveberiya Akademiya Şehîd Yekta Herekol ya Çand û Huner ya li navçeya Tirbespiyê bi armanca qedandina dewreya perwerdeyê ya mûzîkê ya 16 endaman şahiyek li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Desteya Çand û Hunerê Delîl Mêrsaz spasiya rêveberiya akademî û mamosteyên perwerde dane kir û bal kişand ser girîngiya huner û mûzîkê di civakê de û pêwîstiya parstinê wê destnîşan kir.

Di dawiyê de endamên perwerde dîtin stranên filklorî gotin.

Dewreya perwerdeyê 3 mehan dewam kir. Di dewreyê de waneyên teorîk û pratîkî girêdayî mûzîkê hatin dîtin.

(dh)

ANHA


Mijarên Din