Akademiya Şehîdên Asayîşê dewreyek bi dawî kir

Akademiya Şehîdên Asayîşê ya bajarê Helebê bi merasîmekê dewreya perwerdeyê ya 24 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî kir.

Akademiya Şehîdên Asayîşê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dewreyeke nû bi navê Dewreya Şehîd Ehmed Necar bi beşdarbûna 24 endaman ku 25 rojan dewam kir, bi dawî kir.

Endamên perwerdeyê di dewreyê de waneyên li ser rêziknameya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, civaka xwezayî, rastiya rêbertî û waneyên leşkerî standin.

Merasîma bidawîkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji aliyê endamên dewreyê ve dest pê kir. Endama rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Ebdellah bidawîkirina dewreyê pîroz kir û wiha got: "Dagirkeriya Tirkiyê dixebite da ku îradeya hêza me û gelê me bişikîne, lê em ê li pêşiya van binpêkirinan bisekinin û herêmê ji dagirkeriya wan biparêzin."

Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fîdan Hisên û hevserokê meclisa giştî ya Helebê Mihemed Şêxo axivîn û dewre pîroz kirin û gotin: "Em rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn a aktîf û piştgiriya wan a ji bo YPG û YPJ`ê silav dikin."

Piştî axaftinan, bawername li endaman hatin belavkirin.

Her wiha di merasîmê de sînevîzyonek der barê perwerde û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û girîngiya wê de hate pêşandan.

ANHA


Mijarên Din