Akademiya Îslama Demokratîk… ola îslamê ji reşkirinê rizgar dike

Akademiya Îslama Demokratîk her sal bi lêkolîn û berfirhekirina materyalên xwe hewl dide ku civakeke azad û xwedî exlaq ava bike, her wiha ola îslamê ji reşkirinê rizgar bike.

Akademiya Îslama Demokratîk di sala 2018`an de li bajarê Qamişlo û Hesekê hat vekirin. di demeke kurt de tevlêbûna xwendekaran jê re bi rengekî baş hat şîrovekirin ji aliyê nûbûna wê ve, ji destpêkê ve heta niha nêzî 66 xwendekar di her du akademiyan de cih digirin.

Tevlêbûna xwendekaran di salê de ji 20-30 xwendekarî ye, destpêkê xwendekar wekî ezmûneke biçûk dibîne da ku tev li akademiyê bibe.

Ji bo tevlêbûnê, destpêkê şert bû ku xwendekar bawernameya refa dozdehan standibe, lê niha kesên ku refa dozdehan xilas nekiribin jî dikarin tev li akademiyê bibin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/19/083701_dsc_0017.jpg

Destpêkê, salên xwendinê yên akademiyê 4 sal bûn, lê piştî Beşa Zanista Olî di Zanîngeha Rojava de hat vekirin, xwendekarên ku du salan li Akademiya Îslama Demokratîk xwendibin, dikarin tev li Beşa Zanista Olî ya Zanîngeha Rojava bibin.

Materyalên akademiyê ji du beşan pêk tê, beşa felsefeyî û beşa şerîî (ola îslamî), di beşa şerîa de bi temamî zanistên olî tên dayîn, lê ne bi nêrîneke klasîkî bi nêrînekê ku bi temamî bi nîqaş di navbera xwendekar û mamosteyan de, tê dîtin.

Madeya felsefe jî cihê xwe di nava materyalan de digire, felsefeya nû û ya kevn çawa ye? Heta ku di nava wê de madeyeke heye xwedan li cem kesê fîlozof çi ye?, felsefeya îslamî di aliyê baweriyê de jê re tê gotin.

Heta bi madeya Sosyolojiya Olan derbasî Akademiya Îslama Demokratîk hatiye kirin, bi giştî akademî li ser bingeha (oldarê li gor demê) ye. Di nêrîna materyalên akademiyê de îslama vê demê gelekî hişke û nexweşî ji ber wê derdikevin, ji ber vê yekê pêwîstî bi vekirina akademiyê hatiye dîtin.

Her wiha materyal li ser bingeha rexne bi nêrîneke nû ye, mîna ku xwendekarê tev li wanê dibe, ne oldar be û oldar be jî bi rêbazê nirxandinê dibîne.

Di materyalê Akademiya Îslama Demokratîk de 16 pirtûk hene, ew 16 pirtûk li ser du werzan tê dabeşkirin, metiryalên sê zimana jî di nava xwe dihewîne kurdî, erebî û ingilîzî.

BEŞA LÊKOLÎNKIRINÊ

Di Akademiya Îslama Demokratîk de beşa lêkolînkirinê jî heye, lêkolîn li ser sosyolojî, zimanênên cîhanê, oldarî, dîrok û felsefeyê tên kirin.

Nirxandina xwendekaran di akedemiyê de, li ser bingeha reftar, tevlêbûna xwendekaran ji waneyan re, di dawiyê de li ser encamê ezmûnên nivîskî û devokî ye.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/19/083054_mihemd-el-xerezan.jpg

Mihemed El-Xerezanî mamosteyê mezhebên îslamî li Akademiya Îslama Demokratîk da zanîn ku di demên dawîn de nêrînên cuda di nava ola îslamê de derketin holê û got: "Ji bo ku em xebatekê bikin ku miletê me sûdê jê bigire, me pêwîstî bi avakirina saziyên îslamî ne mîna yên beriya xwe dît, me gotina demokratîk bi akademiya xwe ve danî, wekî ku gel hev û din qebûl bikin, di akademiyê de xebatên siyasî tê de tune ne, karê akedemiya me karekî çandî ye û nêrînên mamoste û xwendekaran qebûl dikin,  ew nêrîna cuda çi qasî tûj bin jî.”

‘EXLAQÊ CIVAKÊ BINGEHEKE AKADEMIYÊ YE’

El-Xerezanî diyar kir ku wan xwest gotina demokratîk bi kar bînin ta ku mirov nas bike ku ev akademî nêrîna wê ne mîna nêrînên fikrên îslama tundraw e û wiha domand: "Fikrê îslama demokratîk li ser azadiya mirov ava dibe, mînak; dema ez ebdê Xwedê me Xwedayê min û yê te yek bin tê wateya ku tu cudahî di navbera min û te de tune ye, mafê min û te yek maf in, tiştê ji min re derdikeve ji te re jî derdikeve."

El-Xerezanî diyar kir ku avakirina exlaqê civakê li akademiyê bingeh e, mîna ku mirov bi hev re bijîn tevî cudahiya di fikr û nêrînên wan de û wiha domand: "Dema ku mafên mirovan bên parastin, exlaqê wan jî bi rehetî tê avakirin, dema ku mafên her kesî wekî hev bin."

‘AKADEMÎ PÊWÎSTIYÊN XWENDEKARAN BI GIŞTÎ PÊK TÎNE’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/19/083120_mens-mihemed.jpg

Xwendekarê ji pêkhateya Ereb Menîs Mihemed ku di sala 3`yan di akademiyê de ye, da zanîn ku ji ber gelek armancên xwe tev li akademiyê bûye û wiha got: "Yek ji armancên ku hişt ez tev li akademiyê bibim, ew bû ku di vê dema dawiyê de îslam hat reşkirin, min pêwîstî bi  tevgerekê ku li hemberî vê reşkirinê raweste, dît."

Her wiha Mihemed diyar kir ku cewherê îslama demokratîk ew e ku nêrîna her mirovî qebûl dike û got: "Ji bilî ku xizmet û derfetên ku ji me re derdikevin li akedemiyê , alîkariya me dike ta ku em bêhtir bi xwendina xwe bên girêdan, akademî pêwîstiyên xwendkaran bi giştî pêk tîne."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/19/083140_merwa-xelef.jpg

Merwa Xelef jî ji pêkhateya Kurd e û sala 3 Beşa Ola Îslamê dixwîne wiha got: "Min akademî hilbijart da ku ez fêrî oleke rast bibim, ji bo ku em civaka xwe jî fêrî oleke rast bikin."

ANHA


Mijarên Din