Akademiyên Civaka Demokratîk konferansê xwe yê 5’emîn li dar dixe

Akademiyên Civaka Demokratîk bi dirûşma"Bi felsefe û zanista azad ber bi neteweya demokratîk ve" dê sibe konferansê xwe yê 5’emîn li dar bixe.

Akademiyên Civaka Demokratîk ku di 6`ê Nîsana 2013`an li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de  hatin vekirin, li herêmê ev akademî wekî girîngtirîn saziyên bîrdozî û civakî ne û bi rêya wan şêniyên herêmê li ser bingeha rêgezên civaka demokratîk çalakî û bernameyên xwe bi pêş dixin.

Akademiya Nûrî Dêrsimî ya li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişlo ji yekemîn akademiyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin, piştre hêdî hêdî akademiyên din jî hatin vekirin û bi vî awayî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara akademiyan gihaşt 21 akademiyan.

Endamê Rêveberiya Navenda Lêkolînan û zanistên civakî yê Akademiyên Civaka Demokratîk Îbrahîm Esad destnîşan kir ku ew ê konferansa 5’emîn a akademiyan li dar bixin.

Îbrahîm Esad diyar kir ku di konferansê de dê girîngtirîn xebatên ku Akademiyên Civaka Demokratîk ên du salan û rêzikname werin nîqaşkirin û li gorî pêvajoyê dê guhartin di rêziknameyê de çêbibe.

Îbrahîm Esad di dawiya axaftina xwe de got ew ê konferansê bi dirûşma"Bi felsefê û zanista azad ber bi avakirina neteweya demokratîk ve", li navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê û bi beşdariya 90 delegeyên ji hemû Akademiyên civaka demokratîk li dar bixin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din