Al-Monitor: DYA zextê li Rûsyayê dike da ku alîkarî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe

Di demekê de ku aloziya mirovî li Sûriyê gur dibe û bi taybet piştî ku Rûsyayê destûr neda alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Til Koçer derbasî herêmê bibin, Washington û hevalbedên wê hewl didin deriyan vekin.

Malpera Al-Monitor ragihand ku DYA û hevalbendên wê zextê li Rûsyayê dikin da ku ji nû ve deriyê Til Koçer ê bi Iraqê re veke. Bi rêya deriyê Til Koçer alîkariyên mirovî ku ji aliyê NY`yê ve tên, derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin.

Çavkaniyan ji Al-Monitor re diyar kir ku bi vê yekê re metirsî zêde dibin ku ku Rûsya ne tenê red bike lê belê dê di Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de vetoyê bi kar bîne da ku nehêle alîkariyên NY`yê ku bi rêya du nuqteyan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ser Tirkiyê re bibin.

Deriyê Til Koçer di 10`ê Kanûnê de ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve bi zexta Rûsya û Çînê hat girtin. Deriyê Til Koçer navenda sereke ya pêwîstiyên tenduristiyê ye ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê radestî Rêveberiya Xweser dike. Girtina wî derbeyeke mezin li xebatên rêveberiyê ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê xist.

Berdevkê Buroya NY`yê ya koordînasyona kar û barên mirovî David Swanson ji Al-Monitor re wiha got: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava 9 salên aloziyê de bandor lê bû û ev yek ji ber kêmbûna saziyan, textên nexweşxaneyan û xebatkarên tenduristiyê ye."

Berpirsekî ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Al-Monitor re wiha anî ziman: "Redkirina Rûsya û Çînê ji dirêjkirina alîkariyên mirovî bi temamî bi rêya sînor di meha çileyê de hişt ku erka pêşkêşkirina alîkariyan di nava belavbûna Koronavîrusê de zehmettir bibe û rewşa bi milyonan kesên ji Sûriyê di nava xetereyê de ye."

(bx)


Mijarên Din