Aldar Xelîl: Berpirsê jiyana Rêber Ocalan hêzên komploger in

Aldar Xelîl bal kişand ser idîayên der barê tendirustiya û jiyana Rêber Abdullah Ocalan de û got, ger bi Rêber Abdullah Ocalan tiştek were berpirsê wî dewleta Tirk û hêzên komploger in.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl bang li her kesî kir ku li hember tenduristî û jiyana Rêber Abdullah Ocalan şiyar bin. Xelîl di derbarê armanca dewleta Tirk a ji bo Rêber Abdullah Ocalan de got: ‘’Dixwazin Rêber Ocalan di aliyê fizîkî de tune bikin. Dixwazin vê rewşê normal bikin û gel fêrî vî tiştî bikin.’’

Aldar Xelîl di nirxandinên xwe de bal kişand ser wateya Newrozê jî got, ‘’Newroz di bingeh de wateya jiyana nû ye. Gelê me û gelê herêmê bi têkoşîneke hevpar divê careke din agirê Newrozê bilind bikin.’’

Xelîl der barê agahiyên ku qaşo eniya çetayan a bi navê muxalefeta Sûriyê ji ENKS`ê xwestine bi hev re li Efrînê Newrozê pîroz bikin de jî axivî: ‘’ Divê ENKS nasnameya xwe diyar bike. Ger bi rastî dixwazin neteweya xwe biparêze, yekitiyeke neteweyî çêbike, wê demê divê helwestên xwe yên neteweyî diyar bike. Ne pêkan e bi dijmin re behsa welatparêziyê bike.’’

'TÊKOŞÎN BI RUHÊ AGIRÊ NEWROZÊ BERDEWAM DIKE'

Aldar Xelîl da zanîn têkoşîna wan bi ruhê agirê Newrozê berdewam dike û wiha axivî: “Bi salane gelê Kurd di herêmê de wateya hebûna xwe di agirê Newrozê de dibîne. Berxwedanî her dem jî bi agirê Newrozê hat nîşandan. Di van salên dawî de jî gel ji bo xwe bigihîne armanca xwe ya azadiyê û avakirina sîstemek demokratîk û ji bo ku xwe bigihinê asta wateya Newrozê bê rawestan têkoşîn kir. Beriya 10 salan gelê herêmê ji bo wê bang azadiyê kir. Şoreşa me di meha Adarê de dest pê kir. Ev yek ji bo du tiştan bû bersiv; a yekê hikûmeta Şamê ku nedixwast guhertinan çêbike, a duyem jî dewleta Tirk ku dixwast pêşiya projeya neteweya demokratîk bigire. Heta niha ev têkoşîn bi ruhê agirê Newrozê berdewam dike.”

'TÊKBIRINA DAIŞ`Ê DIYARIYA ŞOREŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JI TEVAHÎ CÎHANÊ RE YE'

Xelîl bal kişand ser êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û anî ziman ku ruxmî êrişan şoreşek ku gav bi gav pêş dikeve heye û wiha dewam kir: “Em di pêvajoyeke zehmet a şoreşê de ne. Di aliyê ewlekarî, aborî, jiyanî de gelek şertên giran hene. Heya niha jî ev xeterî berdewam dike. Lê di van pêvajoyên şoreşan de carnan darbe tên xwarin carnan jî serkeftin pêk tên.’’

Aldar Xelîl dagirkeriya li ser Efrînê jî bibîrxist û got, ‘’Di nava rojên nêzî Newrozê de rojên jiyankirina hestên dagirkirina Efrînê jî heye. Newroz serkeftin û afirandin e. Berdewamkirina şoreşê serkeftina me ye. Em ê têkoşînê berdewam bikin da ku em herêmên xwe rizgar bikin. HRE’ê rojane li dijî dagirkeran çalakiyan li dar dixe. Piştî Newrozê serkeftina têkbirina DAIŞ`ê heye. Ev diyariya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re ye. Ev bi tena xwe serkeftineke ku bi sedan salan dê li ser bê behskirin. Bi rastî jî li vir şoreşeke ku gav bi gav tê avetin, heye."

'DI ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ DE BI RASTIYA NEWROZÊ RE VÊ ŞOREŞÊ PÊŞ BIXÎNIN'

Têkildarî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Xelîl bi bîr xist ku dewleta Tirk li Efrînê yekemîn peykerê Kawayê Hesinkar rûxand û wiha domand: "Bi rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar re xwestin sembola berxwedan, yekitiya gelan û kurdan, sembola vejîna nû Newroz e ji holê rakin. Xwestin peyama qirkirina kurdan bidin. Newroz di nav vê şoreşê de ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bûye cihê hêzê. Di dîrokê de jî Newroz wekî roja nû hatiye qebûlkirin. Dema ku gelê Kurd di Imparatoriya Medya de bi pêkhateyên din û gelên herêmê re damezrand, dîsa bi hev re agirê Kawayê Hesinkar bilind kirin. Newroz ne bi tenê bi destê kurdan pêşket, Kurd û pêkhateyên din bi hev re agirê Newrozê pêxistin. Niha jî em bi hemû pêkhateyan re şoreşa demokratîk a Sûriyê bi pêş dixin û em ê bi hev re bi ser bixin. Çawa di bin pêşengtiya kurdan de rojeke nû hat afirandin, niha jî di şoreşa 19'ê Tîrmehê de em dixwazin bi rastiya Newrozê re vê şoreşê bi pêş bixin.”

‘DEHAQÊN SEDSALA 21`AN GELEK IN’      

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku, di sedsala 21`an de Dehaqên serdemê gelek in û wiha berdewam kir: "Dehaqên sedsalê êdî gelek in. Dehaqên destpêkê zilm li gelên bindest dikirin. Dîroka herêmê giştî şaş hatiye nivîsandin. Çand tê çewisandin, rojane êriş li ser herêmê çêdibin. Di aliyê aborî de dixwazin civakê hilweşînin û heta têkiliyên civakî dixwazin tune bikin. Bi madeyên hişbir û fuhuşê re hebûna gelê me hedef digrin. Dixwazin me ji nasnameya rast bi dûr bixin. Dehaqên sedsala 21`an ji Dehaqên destpêkê bi hêztir û organîzetir gelê me hedef digirin.”

‘ENKS`Ê BÊ NASNAME YE, DIVÊ NASNAMEYA XWE DIYAR BIKE’

Xelîl banga çeteyên Îtîlafa Sûriyê ji ENKS`ê re ku xwestibûn biçin li Efrînê Newrozê pîroz bikin jî wiha nirxand: “Cihê ku ENKS'ê ye ne ya welatparêziyê ye. Eniya ku niha bûne endamên wan, hevalên wan welatê me dagir kirine, hebûna me li Efrînê tune dikin. Demografiya wir diguherin. Dixwazin nasnameya herêmê biguherin. ENKS'ê jî endamê wan e. Hevalên wan ên îtîlafê dibêjin Efrîn hatiye rizgarkirin, nabêjin hatiye dagirkirin. Em dibêjin Efrîn hatiye dagirkirin. ENKS'ê nikare rastiyê bibêje. Hevalên wê dibêjin hatiye azadkirin, bibêje azad bûye, wê demê nasnameya xwe eşkere dike. ENKS'ê bê nasname maye. Divê nasnameya xwe diyar bike. Ger bi rastî dixwazin wekî welatparêzî neteweya xwe biparêze, yekitiyeke neteweyî çêbike, wê demê divê helwestên neteweyî diyar bike. Ne pêkan e tu hem bi dijmin re be hem jî behsa welatparêziyê bikî. Kesekî ji îtîlafê derdikevê û bang li ENKS’ê dike dibejê werin em li Efrînê cejna Newrozê pîroz bikin. Mîna ku pirsgirêka Efrînê tenê çawa şahiya Newrozê pîroz bike ye."

'DIVÊ ENKS NEBE AMÛRÊ SIYASETA WATEDERXISTINA NEWROZÊ JI RASTIYA WÊ'

Xelîl diyar kir ku ji bo lihevkirina wan bi ENKS`ê re du rê hene û ev nirxandin kir: “Em niha hewldanên yekitiyê dikin, îtîfaqê dikin, lê niha em jî nizanin wê çi bikin. Gelo wê xwe parçe bikin, wê hinek werin gel me hinek li aliyê din bimînin? Yan wê bên gel me dev ji wan berdin? Yan wê dev ji me berdin biçin aliyê din? Ji bo em lihev bikin du rê hene; a yekê divê em herin gel wan yan jî divê ew werin gel me. Cuda tu rê tune ne. Ji bo me Efrîn birîneke di dilê me de ye. Tenê ji bo Efrînê ma be jî ne mimkûne ku em bi îtîlafê re li hev bikin. Em nikarin herin wî alî. Bila ENKS`ê baş bizane em û wan dikarin lihev bikin, lê wekî din bi îtîlafê re heya Efrîn dagirkirî be, em nikarin lihev bikin.

Ji bo me Newroz; ruhê Zekiya Alkan, Mazlum Dogan û berxwedana Bakur û Rohilatê Sûriyê ye. Çeteyên ku 24 saetan me tune dikin, wê çawa Newrozê pîroz bikin? Divê ENKS'ê nebe amûrê siyaseta watederxistina Newrozê ji rastiya wê û rewa neke.”

'JI HEBÛNA RÊBER ABDULLAH OCALAN DITIRSIN'

Di derbarê idîayên li ser tenduristî û jiyana Rêber Abdullah Ocalan de, Aldar Xelîl got, berpirsê hebûna Rêber Abdullah Ocalan dewleta Tirk e û ev nirxandin kir: “Ji sala 2015`an ve, xwestin dengê Rêber Abdullah Ocalan qut bikin. Her daxuyanî û nêrînekî Rêber Abdullah Ocalan dibû çavkaniya hêzê ji gelê herêmê re. Hebûna wî  ji bo gelan çavkaniya hêz û moralê ye. Ev hevgirtin û yekitiya herêmê bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiyê û ji ber wê jî tê hedefgirtin. Piştî ku hemû hewldanên wan li hember Rêber Abdullah Ocalan têkçûn, niha jî hewldanên wan ew e ku di aliyê fizîkî de wî tune bikin. Esas vê rewşê dixwazin normal bikin û gel fêrî vî tiştî bikin. Li girava Îmralî ji hebûna Rêber Abdullah Ocalan ditirsin. Berpirsê jiyana Rêber Abdullah Ocalan dewleta Tirk û hêzên komploger in.  Divê yekser azad bê berdan. Hebûna Rêber Abdullah Ocalan wekî mîsogeriya yekitiya tevgera Kurdistanê tevahî ye.”  

'AZADIYA HERÊMÊ Û AVAKIRINA PERGALA DEMOKRATÎK BI AZADKIRINA FÎZÎKÎ YA OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE'

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl di dawiya nirxandina xwe de, bal kişand ser pîrozkirina Newrozê û bang li gelê herêmê kir ku di şahiya Newrozê de tedbîrên li dijî koronayê bigirin û got: “Em ê rojên Newrozê bikin derfetek ji bo em rêxistin û yekitiya xwe xurtir bikin. Divê em zêdetir bi ruhê agirê Newrozê û berxwedanê pêşwaziya pêvajoya pêşiya xwe bikin. Newroz derfeteke ku em soza xwe nû bikin û Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bikin. Divê em bibin pêşengên çareseriya aloziya Sûriyê. Divê em li ser fikirê Rêber Abdullah Ocalan vê şoreşê bi ser bixin. Heya Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, şoreşa Rojava bi ser nakeve û misoger nabe. Azadiya herêmê, rizgarkirina herêmên me û avakirina pergala demokratîk bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Divê gelê me jî bi vî ruhî ji bo azadiya rêberê xwe, serxistina pergala xwe ya demokratîk Newrozê pîroz bikin û serkeftinê diyarî gelê xwe bikin.”

ANHA 


Mijarên Din