NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Aldar Xelîl: Berxwedana 14`ê Tîrmehê çirûska şoreşa Rojava vêxist

Şêniyên navçeyên kantona Qamişlo şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê di salvegera xwe ya 37`an de bi bîr anîn. Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl di merasîmê de axivî û got: "Çirûska berxwedana 14`ê Tîrmehê çirûska şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojava vêxist."

Ji bo bîranîna berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê bi sedan malbatên şehîdan û şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Çilaxa yên girêdayî kantona Qamişlo li hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan kom bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl axivî û got: "Dîroka me bi rojên mîna 14`ê Tîrmehê û rojên dîrokî têr û tijî ye. Ji ber ku çirûska wê berxwedanê wek rêzetêkoşînekê ji wê demê ve heya niha didome, ew bi awayekî zelal di berxwedanên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê diyar bû".

Xelîl destnîşan kir ku berxwedana 14`ê Tîrmeha sala 1982`yan li dijî faşîsta Tirk çirûska destpêkê ya şoreşê li tevahiya Kurdistanê vêxist jê Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ya ku heta niha berdewam e.

Di dawiyê de endamê Desteya Rêveber TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl pêwîstiya girêdana bi fikr û felsefeya şehîdên 14`ê Tîrmehê ji bo pêkanîna armancên wan di azadiyê de tekez kir.

Merasîm bi pêşkêşkirina sinevizyonekê girêdayî jiyana şehîdên 14`ê Tîrmehê bi dawî bû.

(şx)
ANHA


Mijarên Din