Aldar Xelîl: Ciwan erkdarên serkêşiya pêvajoyê ne

Aldar Xelîl da zanîn ku ciwan erkdarên pêvajoyê ne û wiha got: "Îro ciwan erkdarên pêvajoyê ne û meşa ber bi azadî û demokrasiyê ve ne. Ev erk jî dîrokî û çarenûsî ye, serkeftina şoreşê bi serkeftina ciwanan ve girêdayî ye û ew pêşengên şoreşê ne."

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di konferansa yekemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê de ku li ser asta herêma Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna 500 ciwanan pêk tê, axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku divê ciwan refên gelê Sûriyê bi rêxistin bikin û wiha got: "Ji ber vê yekê ciwan erkdarên serkêşiya herêmê û rêya ber bi azadî û demokrasiyê ve ne, ev erk jî dîrokî û çarenûsî ye, serkeftina şoreşê bi serkeftina ciwanan ve girêdayî ye û ew pêşengên şoreşê ne."

Xelîl da xuyakirin ku ragihandina Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê gaveke rast û baş ber bi çareserî û pêkanîna serkeftinê ve bû, her wiha hêvî kir ku konferans armancên xwe pêk bîne.

Aldar Xelîl li ser rewşa Sûriyê wiha got: "Aloziya Sûriyê hîna didome, her tişt tevlihev dibe, rejîm hîna heye û kiryarên wê li herêmên ku kontrol kiriye, didomin.”

Her wiha Xelîl tekez kir ku biryara navneteweyî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê hîna pêk nehatiye, dewletên bandorê li aloziya Sûriyê dikin, aloziya Sûriyê bêhtir kûr kirin û wiha got: "Ne gelê Sûriyê dikaribû li dora muxalefeta neteweyî rast kom bibe, ne rejîmê jî gaveke çareseriyê avêt, ne civaka navneteweyî jî  hewl da çareseriyekê ji pirsgirêkê re bibîne. Dema ku dîtin projeya me demokratîk e, xwestin derbeyê lê bixin.”

Aldar Xelîl wiha pê de çû: "Bi dagirkirina Efrînê xwestin nameyekê ji hemû kesên baweriya wan bi projeya demokratîk heye, bişînin. Ji bo vê Tirkiyê xwest aloziyan di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxe, Tirkiyê guhertina demografîk li Efrînê pêk anî û hişt gelê wê koçber bibe û malbatên ji herêmên din li şûna wan bi cih bike, bi taybet malbatên çeteyan da ku rewşeke aloziyê ya nû li herêmê çêkin."

Di dawiya axaftina xwe de Aldar Xelîl da zanîn ku yek ji rêgezên bingehîn ên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê baweriya wê bi hêza ciwanan û jinan û xebata li ser pêşxistina wan e. Xelîl bal kişand ser girîngiya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê da ku koçberên wê vegerin welatê xwe.

Konferansa yekemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi xwendina nameyan dewam dike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din