Aldar Xelîl: Daxuyaniya agirbestê ya DYA û dewleta Tirk encama berxwedana me ye

Aldar Xelîl têkildarî agirbesta ku DYA û dewleta Tirk li serê li hev kiriye, ji Stêrk TV’yê re axivî û destnîşan kir ku berxwedana QSD’ê encameke wiha derxistiye holê.

Endamê Desteya Rêveberiyê ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên 9 rojan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her cure êrîşên dermirovî pêk anîn û got: “Her ku ev pêvajo dirêj dibû, Erdogan têk diçû. Li tevahiya cîhanê bertek zêde dibûn. Desteka raya giştî ya cîhanê ji berxwedana me re zêde dibû. Mecbûr man ji van gavên dagirkeriyê paşve gav biavêjin.”

Aldar Xelîl îşaret bi nîqaşên di nav siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de û bertekên li dijî Trump jî kir û wiha dewam kir: “Trump li hember bertekan kete zorê. Rêveberiya DYA’yê di nava xwe de, her wiha di nava Kongreyê de jî nakokî çêbûn.”

Têkildarî nakokiyên di nava Kongreya DYA’yê de Xelîl îşaret bi rola Erdogan jî kir û got: “Erdogan bi van kirinên xwe nîfaq xiste navbera wan jî.”

‘Berxwedana me êrîş pûç kirin’

Têkildarî biryara agirbestê ya di navbera DYA û dewleta Tirk de Xelîl destnîşan kir ku berxwedana wan diyarker bûye û wiha pê de çû: “A rast hêzên gerdûnî xwest şoreşa gelan bi komployeke nû têk bibin. Lê belê bi ser neketin û mecbûr man werin cem hev û rewşê dîsa binirxînin. Em wek rêveberî û Rêveberiya Xweser jî dê rewşê binirxînin. Ev mijar bi tenê bi lihevkirina wan bi dawî nabe. Dema ku Jeffrey bi me re hevdîtin dikirin, herêma ewle li me ferz dikir. Niha jî dê bixwazin heman tiştî li me ferz bikin. Ji ber ku heke ev rewşa şer zêde dewam bikira, dê ji bo wan baş nebûya. Heke sekna gelê me û berxwedana şervanên me yên li eniyan jî nebûna, ev encam dernediket holê.”

‘Em ê piştî şêwira rêveberiyê helwesta xwe eşkere bikin’

Têkildarî helwesta wan a li hember daxuyaniya DYA û dewleta Tirk jî Xelîl diyar kir ku dê piştî şêwira Rêveberiya Xweser biryarê bidin, lewma niha ne rast e ku şîroveyekê bike.

Êrîş dewam dikin

Endamê Desteya Rêveberiyê ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di axaftina xwe ya li ser Stêrk TV’yê de destnîşan kir ku dema ku tev li bernameyê bûyê jî êrîşên li dijî nexweşxaneya Serêkaniyê berdewam bûne û wiha got: “Di vê demê de ku ez tev li bernameya we bûme, êrîşên li dijî nexweşxaneya Serêkaniyê dewam dikin.”


Mijarên Din