Aldar Xelîl: Em hertim ji bo diyalogê bi hemû aliyan re amade ne

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl teqez kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gefên cidî tên û bang li gelan kir ku bibin yek û ji her rewşê re amade bin.

Xelîl di Komxebata Eşîrên Kurdî ku li bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê tê lidar xistin axivî.

Xelîl got herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê dikaribû parastina herêmê ji destwerdanên derve ku dixwaze şoreşa gel a li dijî zilim û bindestiyê biguhere, bike. Xelîl destnîşan kir ku gefên ku niha rastî herêmê tên di çarçoveya hewldanên derbeyê li hevgirtina van gelan bixe û tiştê ku Tirkiyê niha dike, rastî redkirina rêveberiya gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên. 

 ‘Gefên cidî ne, divê em jêra amade bin’

Xelîl teqez kir ku gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gefên cidî ne û wiha got: "Divê em wek gelên herêmê bixebitin û hevgirtina gelan pêk bînin, her wiha ji her rewşên awarte re amade bin, ji pêvajoya heyî re amadekarî divê, ji bo li pêşiya van gefan bisekinin."

 ‘Her tim ji bo diyalogê em amade ne’

Xelîl destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û tecrûbeya wê kefîle ku sînorekî ji êrîş û gefên derve re deyne, her wiha ew rêya gihandina çareseriya aloziya Sûriyê û wiha dewam kir: "Ne weke tê îda kirin ku ew hewldana parçekirinê ye, rêveberî jî di vê derbarê de her tim bi hemû aliyan re amade ye têkeve diyaloga ji bo çareseriya aloziya ku her diçe kûr dibe."

Her wiha Xelîl wiha domand: "Ji bo gihandina çareseriyan ku li gorî hemû aliyan guncaw be, divê nûnertiya îradeya gelên herêmê hebe, bêyî ku yek li ser hesabê yekî be, kîjan komîte ji bo destûra Sûriyê dixebite divê nûnertiya pêkhateyên herêmê bike. Lê eger nûnertiya hemû aliyên Sûriyê û di nav de gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune be, dê bê sûd be, ev rêveberî û gel dê ne di destûr de be."

 ‘Tirkiyê ji hevpeymana dawî ya di navbera Tirkiyê û Amerîka de direve’

Xelîl got reva Erdogan ji hevpeymana dawî di navbera Tirkiyê û DYA`yê de armancên dagirkeriya Tirkiyê li ser vê herêmê dide diyarkirin û wiha domand: “Tirkiyê bi rêya daxuyaniyên xwe yên dawî bi hinceta ne pêkanîna DYA`ê ewlehiya sînor, îsrar dike ku artêşa Tirk derbasî herêmê bike, planên Erdogan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re zelal in, gelên herêmê piştî tecrûbeya xwe ya mezin di berxwedanê de ku dikaribû komên çete têk bibe, dê dikaribe her cure gefan têk bibe, gel êdî rastiya armancên Erdogan û AKP`ê dizane."

‘Divê partiyên girêdayî aliyên derve vegerin welêt’

Aldar Xelîl bang li partiyên siyasî yên Kurd li derve kir ku vegerin welêt û wiha got: "Divê hemû aliyên siyasî yên Kurd li derve ku hîna bi aliyên derve de girêdayî ne, dev ji wan aliyan berdin û vegerin welêt, vegerin gelê xwe, ji bo doza Kurd bixebitin, ji bo xizmetkirina gel bixebitin."

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya yekrêziya gelê Kurd kir, ku ew ê di gihandina armancên xizmetkirina gelê Kurd û di serî de rizgarkirina herêmên Kurd û di serî de Efrînê rolekê bilîze, ew hemû bawer in ku berxwedana li Efrîn û Şehba dê destpêka rizgarkirina Efrînê be.

(jo)

ANHA


Mijarên Din