Aldar Xelîl: Em piştgiriya rêgezên ola îslamê yên aştî, wekhevî û edaletê dikin

Aldar Xelîl got ku îslam ji bo şerên siyasî û ji bo armancên ku girêdana wê bi ola îslamê û olên din re tune ye, hate bikaranîn, her wiha piştgiriya tevgera wan ji bo hemû kedên pêkanîna rêgezên ola îslamê yên aştî, wekhevî û edaletê teqez kir.

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl beşdarî Kongreya Civaka Îslama Demokratîk bû ku li bajarokê Rimêlan ê Qamişlo tê lidarxistin.

Xelîl di destpêka axaftina xwe de li darxistina kongreyê pîroz kir û hêvî kir ku rêgezên îslamê yên wekhevî, edalet û azadiyê di civakan de pêk werin.

Xelîl wiha got: "Rojhilata Navîn navenda olên esmanî bû, ji ber vê yekê ji mafê me ye wek pêkhateyên li Rojhilata Navîn dijîn em serbilind bin ku em ji vê herêmê ne ku hemû olên esmanî jê derketine, divê em rastiya olên esmanî ji bexşandin û aştiyê di navbera hemû civakan de pêk bînin."

Xelîl der barê şer û hemû şêweyên qirkirinê yên ku li herêmê diqewimin de wiha got: "Eger em rûdanên heyî şîrove bikin, yek ji sedeman ew e ku şerê çanda li Rojhilata Navîn tê kirin, tiştê ku niha rû didin parçeyeke ji berxwedana Rojhilata Navîn beramberî ramanên rojava û her kesê djiminatiya Rojhilata Navîn dike."

Her wiha Xelîl destnîşan kir ku îslam ji bo şerên siyasî û ji bo armancên ku girêdana wê bi ola îslamê û olên din re tune ye, hate bikaranîn û gelek kiryarên qirêjî bi navê ola îslamê wekî komkujî der heqê gelê Kurd bi taybet û gelên herêmê bi giştî de pêk hatin.

Xelîl di berdewama axaftina xwe de wiha diyar kir: "Bi pêkanîna Recep Tayyîp Erdogan di projeya dagirkirina xaka Sûriyê û destdirêjiya li ser gelê Sûriyê û şoreşa wan dubare dibe, bikaranîna Erdogan ji îslamê re ji bo projeyên dagirkirinê ji hemû kesî re diyar e."

Aldar Xelîl diyar kir ku Erdogan ku serkêşiya partiyekê ku bi navê îslamê dîktatoriya xwe dimeşîne û 16 sal e bi navê îslamê li Tirkiyê serwerî kiriye, her wiha Tirkiye ber bi pergaleke dîktator ve bir û komkujî û binçavkirin kirin, xaka Sûriyê ji Cereblûs, Ezaz, Bab û Efrîn û Idlibê dagir kir û hîna çavberdanên wî di dagirkirina herêmên Sûriyê de heye.

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de got ew wek tevger piştgiriya hemû kedên tên dayîn û armancên ku didin pêşiya xwe dikin û wiha bi dawî kir: "Niha dem dema pêşîgirtina li bikaranîna olê ji bo kiryarên bi navê îsalmê ye, divê em rastiya îslam û olên esmanî derxin holê, bi hêviya pêkanîna aştî û wekheviyê di navbera hemû gelan de."

(jo)

ANHA


Mijarên Din