Aldar Xelîl: Idlib û gundewarê Helebê destpêkê ji aliyê siyasî ve hatibûn firotin

Aldar Xelîl got: “Dema Erdogan hêzên xwe anî herêmê, ne ji bo parastina çeteyan bû. Armanca sereke dagirkirina Sûriyê ye.  Dixwaze herêmê ta Kerkuk û Mûsilê beriya 2023’an dagir bike. Erdogan opozîsyona Sûriyê li Idlibê firot.”

Di hefeteyên derbasbûyî de li herêmên rojavayê başûrê gundewarê Helebê û başûrê rojhilatê gundewarê Idlibê pêşketinên bilez rû dan. Hêzên Rejîma Sûriyê di 24`ê Çileyê de dest bi hemleyekê li dijî rojavayê başûrê Helebê û başûrê rojhilat kir.  Di çend rojan de hêzên rejîma Sûriyê herêmên stratejik ên mîna Meret El-Nûman, Seraqêb û tevahiya rêya navneteweyî ya di navbera Heleb-Şamê de ya ku bi navê M4 û M5 kontrol kirin. Ji destpêka hemleyê ve Rejîmê derdora hezar û 500 km2 ji herêmê kontrol kir.

Herêmên ku rejîma Sûriyê kontrol kirine, berê di bin kontrola çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de bûn. Çeteyên mîna Heyet Tehrîr El-Şam ( Cebhet El-Nusra berê) ên bi rêjeya ji sedî 90 ji Idlibê kontrol dikirin. Çeteyên Ceyş El-Bediye û El-Melahim ev her du kom di dawiya 2017`an de ji Heyet Tehrîr El-Şam qut bû û tev lirêxistina El-Qaîdeyê ne. Çeteyên Hizib Tirkistan a Islamê, bermahiyên çeteyên DAIŞ, Ehrar El-Şam, Tevgera Nûrdîn El-Zinkî, Ceyş El-Ehrar, Cebhet El-Iz û Ceyşa Watanî ya Sûriyê.

Praniya herêmên hatine bibîrxistin, li gorî lihevkirinên di navbera misogerkerên Astanayê (Rûsya, Tirkiyê û Îranê ) ji dora Şam, Heleb û El-Xûta kom kirin û bi rêya basên kesk anîn herêmên Idlibê.

Ji bo naskirina pêşketînin dawîn li Idlibê û sedemên pêşketina bilez a hêzên rejîma Sûriyê endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de behsa van mijaran kir.

Xelîl got: “Bûyerên li Idlibê rû didin, li gorî lihevkirinên di navbera dewletên nakok de li Sûriyê pêk tên. Lê tenê gelê Sûriyê berdêla wan lihevkirinan dide. Rejîma Tirkiyê dikare Heyet Tehrîr El-Şam tesfiye bike( parçe bike) û destnîşan kir ê ku tiştekî ava dike dikare tune bike.”

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Li gorî lihevkirinên Astana û Soçî tevahiya çete li Idlibê hatine komkirin. Di vê dawiyê de rejîma Sûriyê dest bi hemleyekê li dijî gundewarên her du parêzgehan Heleb û Idlibê kir. BI awayekê balkêş û bilez pêşket. Gelo hûn çawa vê pêşketinê dinirxînin û sedemên wê çi ne?

Destpêkê divê em rastiya hinek tiştan bibînin. Gelê Sûriyê bextreş e, ji ber ku opozîsyonek rastîn û birêxistinkirî yan jî xwediyê helwestên demokratîk û neteweyî ku banga mafên gel dike derneket. Tevî ku gelek kesayetên demokratîk û welatparêze di Sûriyê de hene. Mixabin rêxistinên radîkal û çeteyên li dijî demokratîk û şaristaniya demokratîk xwe weke ku nûnerê gelê Sûriyê ne diyar kirin. Ew jî bi awayekî neyînî bandor li şoreşa Sûriyê kir.

Dewleta Tirk ji bo gelek sedeman ew rêxistin ava kirin, desteka wê kir û bikar anîn. Sedem ev in; Tirkiye cîranê  Sûriyê ye û bibandor e. Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan di bingehê de serokê rastîn ê Ixwan Muslimîn û cîhadiyan e.

Di hundir de yan li aliyê hember, rêxistinên girêdayî Rejîmê hebû. Ew rêxisitin bi israr bû ku çareseriyên demokratîk li Sûriyê qebûl nekin. Gavên demokratîk nevêjin û nehêlin pirrengî li Sûriyê derkeve.

Van sedeman hiştin ku aloziya Sûriyê ji 2011`an ve heta niha dirêj bike. Gelê Sûriyê bacên berjewendiyên dewletên li Sûriyê nakok da. Di vir de ez dixwazim bi mînakekê diyar bikim. Di êrişên artêşa Tirk a dagirker de li dijî Efrînê, Tirkiye û Rûsya ya ku nûnertiya Sûriyê dike, lihev kirin ku Tirkiyê dev ji opozîsyona çekdar li dora Şamê yanî El-Xûta berde. Ji ber ku ev kom li ser Şamê xeter bûn. Lewra rê ji Tirkiyê re hate vekirin da ku Efrîn dagir bike.

Efrîn qurbana lihevkirina di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ye. Komên çeteyên ku Tirkiyê desteka wê dikir û Şam dorpêç dikirin, ji Idlibê re hatin veguhestin. Piştre lihevkirin li du hev pêk hatin û çete ji Tedmur, Hims û Helebê ji Idlibê re hatin veguhestin.

Rejîma Sûriyê jî ji bo paqijkirina herêmên din ên Sûriyê ji komên çeteyên girêdayî Tirkiyê hinek tawiz pêşkêş kirin û dev ji hinek beşan li bakurê Sûriyê berda. Erdogan ne kesayetek xwedî rêgez e lê belê ew amade bû ne tenê gelê Sûriyê û şoreşa Sûriyê lê belê nirxên dîrokî yên Tirkiyê bifroşe. Her wiha nirxên dîrokî yên Tikriyê firot û pêkşetinên li Tirkiyê yên çandî ji bo hebûna desthilatdariya xwe kir qurban.

Gelo bûreyên li Idlibê rû didin plankirî bûn?

Erê; diviyabû plan di sala derbasbûyî de pêk bihata. Lê Tirkiyê hinek hesabên xwe temam nekiribûn. Amerîka rolek sereke di hemleya Idlibê de lîst. Niha mixa dawîn a tabûta Opozîsyon hat kutan ruxmî hebûna hinek koman li Idlibê û dora wê. Rejîma Sûriyê gelek nuqteyên stratejîk, rêyên M4 û M5 kontrol kirin û dora Helebê paqij kir. Ev herêm ji salên 80`ê ve navendek bingehîn ên komên çeteyan bûn. Ew navenda Ixwan Muslimînan û komên girêdayî wê bû. Bi vê hemleyê keleha ixwanan wêran bû.

Tiştê niha maye Idlibê û hinek herêmên girêdayî wê ne. li ser awayên radestkirina wê ji Rejîmê re tê lihevkirin. Tişta dixwazim bêjim Erdogan opozîsyona Sûriyê firot. Ew opozîsyona ku îdia dike opozîsyona Sûriyê ye û di rastiyê de ne opozîsyon e û nûnertiya gel nake. Lê belê ew opozîsyon girêdayî ajandeyên derve ye û armanc dike islama siyasî ava bike. Ne tenê li Sûriyê li belê hewldanên wê li Misrê jî hebû lê bibin ketin. Niha jî hewl dide li Lîbyayê pêk bîne.

Heta pêkanîna bendên biryara NY`î ya bi hejmar 2254 ne li gorî daxwazîn gelê Sûriyê bû. Kesên hatine pejirandin ji bo ku bi rejîmê re bikevin danûstandinê ne nûnerên gelê Sûriyê bûn lê belê nûnerê çeteyan bûn. Ji hêla Tirkiyê ve hatine hilbijartin ne ji hêla NY`î ve. Heta endamên Komîteya Amadekar a amadekirina destûra Sûriyê ji hêla Tirkiyê ve hatin hilbijartin û hemû endamên çeteyan bûn.

Tirkiyê bi wê tenê nekir lê belê biryarên NY`î kontrol kirin. Lewra nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji danûstandinan û komîteya destûra Sûriyê heta kesên demokrat û welatparêz hatin dûrxistin.

Tevî mijarên we bibîr xistine, lê Erdogan gef li rejîma Sûriyê xwar. Tehdît kir eger operasyona xwe di dawiya Sibatê de ranewestîne. Di heman demê de hêzên xwe bi awayekî mezin anîn herêmê. Gelo hûn çawa vê şîrove dikin?

Erdogan bi rêya anîna hêzên xwe ji herêmê re armanc nake çeteyan biparêze lê belê armanca wî ya sereke çawa Sûriyê dagir bike. Ji ber ku li ser mijara derxistina çeteyan ji Sûriyê hatiye lihevkirin.

Erdogan hewl dide dagirkirina Sûriyê misoger bike da ku plana xwe ya duyemîn pêk bîne; avakirina komara Tirkiyê mîna dewleta Osmanî lê bi cilek nû. Hewl dide vê herêmê beriya 2023`yan dagir bike da ku plana xwe ya dagirkerî heya bigihêje Musil û Kerkûkê temam bike.

Ji bo daxuyaniyên wî yên dubarekirî, ew dixwaze îdia û xiyaneta xwe ji komên çeteyan veşêre. Çete ji îdiayên wî bawer dikin. Ji bo sivikkirina zexta çeteyan ji Lîbyayê re têne şandin. Erdogan niha hewl dide kirêgirtinê li Lîbyayê pêş bixe.

Di rojên dawîn de agahiyên girêdayî tesfiyekirina Heyet Tehrîr El-Şam hatin derbaskirin û rayedarên tirk jî wisa ragihandin, gelo bi nêrîna we Tirkiye dikare wê tune bike?

Erê Tirkiye dikare Cebhet El-Nusra yan jî Heyet Tehrîr El-Şam tune bike. Ji ber ku wê ava kiriye. Dikare navê wê jî biguhere. Yan jî komên din ava bike, ji ber ku Cebhet El-Nusra erkên xwe anîn cih. Tirkiyê wê komên din bi navên din ji bo pêkanîna planên xwe û hebûna xwe li herêmê misoger bike, ava bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din