Aldar Xelîl li gel bikaranîna Erdogan çekên qedexekirî bang li civaka navdewletî kir

Aldar Xelîl bang li saziyên hiqûqî û raya giştî ya cîhanî kir ku bi lez bilivin û sivîlên li Serêkaniyê yên ku rastî qirkirinê tên li gel bikaranîna Erdogan çekên qedexekirî biparêzin.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl bi rêya hesabê xwe li ser Twitterê got Erdogan hewl dide şerê li Serêkaniyê piştî ku têk çû ruxmî ku tevahiya çekan û balafir jî bi kar anî,  bi rêya bi karanîna çekên qedexekirî bi dawî bike. 

Aldar Xelîl bang li tevahiya sazî û aliyên hiqûqî, mirovî û raya giştî ya cîhanî û tevahiya civakên demokratîk kir ku piştgiriya doza gelan ji bo bidestxistina mafên xwe û li dijî hovîtiya dewleta Tirk bi lez bilivin, ji ber ku sivîlên ku li Serêkanêyê ne rastî qirkirinekê li ser destê Erdogan tên.

Artêşa Tirk a dagirker îro dest bi karanîna çekên qedexekirî kir ji bo ku şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ku naxwazin ji wir derkevin û bajarê xwe diparêzin qir bike.

Komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê darvekirinên meydanî der heqê sivîl darve kirin di nav de sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef, ev kiryar dighêjin asta sûca şer.

(şx)

ANHA


Mijarên Din