Aldar Xelîl: Pêşniyarkirina NY’yê piştevaniya eşkere ya projeya Tirkiyê ye

Aldar Xelîl got, pêşniyara NY’yê ya derbasbûna alîkariyan di dergehên di bin seweriya dewleta Tirk a dagirker de ji bakurê Sûriyê re piştevaniya eşkere ya projeya dewleta Tirk e.

Neteweyên Yekbûyî (NY) duh pêşniyar kir ku dergeha Girê Spî ya li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji bo derbaskirina alîkariyan li sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bîne.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê twitterê wiha nivîsand: "Pêşniyara NY’yê ya derbaskirina alîkariyan ji bakurê Sûriyê re di dergehên di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de piştevaniya eşkere ya projeya dewleta Tirkiyê li Sûriyê di bin navên mirovahiyê de ye."

Aldar da zanîn ku ev pêşniyar tunebûnek diyar e ji bo cudakirina terorîst ji gelê Sûriyê ye ji hêla NY’yê ye û wiha domand: "Ev pêşêniyar rola neyênî ya ku ne layiqê saziya weke NY’yê diyar dike, her wiha rola wê ya yekalî û hewdana sepandina wekhevî û aştiyê reş dike."

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din