Aldar Xelîl: Tevgera Çand û Hunerê ew ê nûnertiya rihê şoreşê bike

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got rola Tevgera Çand û Hunerê di geşkirina şoreşa civakî de roleke girîngtirîn e.

Li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo Konferansa 6’mîn a Tevgera Çand û Hunerê ya  Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 200 delege, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, li dar dikeve.

Xebatên konferansê bi axaftina endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl destpê kir.

Xelîl li darxistina konferansê pîroz kir û tekez kir ku organîzekirina konferanseke wiha di vê qonaxa hesas de ew e ku nîşaneya girîngtirîn a merheleya şoreşa civakî ye.

Xelîl bal kişand ser ku qonaxa piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê, erkên nû der barê şoreşa civakî de ferz dike. Her wiha dê bar û rola Tevgera Çand û Hunerê ya bingehîn di berdewamkirina şoreş û serkeftina wê de be.

Xelîl îşaret behsa rola berztirîn a ku Tevgera Çand û Hunerê di van 8 salên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê de ya gihandina dengê şoreşê ji tevahî cîhanê re, kir û şehîd bi bîr anîn û çanda jiyana hevbeş di navbera gelan de geş kir.

Der barê rola sereke ya Tevgera Çand û hunerê Xelîl wiha domand: "Em Çand û Hunerê ji mentiqê xebata kesayetî û navdarbûnê ve nanirxînin, lê bi nûnertîkirin, sepandina rih û bîranîna şehîdan dinirxînin,  bi vê rihê jî pêkan e çand û huner bi pêş bikeve."

Girêdayî mijarê Xelîl wiha lê zêde kir: "Ev konferans dê bibe dikeya îşaretkirina bi kêmasiyan. Heke me weke Tevgera Çand û Hunerê kêmasî kirine, divê nîşanê cihê wê bikin û rexne bikin. Heke rewşebîr, hunermend û hemû karker di vê derbarê de şaştî û kêmasî kiribin divê ev konferans bibe dikeya rexnekirina van şaştiyan.”

Xelîl got şoreşa Bakurê Sûriyê keta qonaxeke nû, qonaxa avakirina gelê şoreşger û gelê şerker. Her wiha da zanîn ku Tevgera Çand û Hunerê dê nûnertiya rihê şoreşê bike. Di nava axaftina xwe de şehîd Yekta Herekol ê rêveberê Tevgera Çand û Hunerê yê ku agir li bajarê Helebê bi bedena xwe xistiye, bi bîr xist û wiha got: "Ev konferans berdewamiya metoda şehîd Yekta Herekol e."

Di dawiyê de, Xelîl hêvî kir ku konferans guncaw be da ku li têkoşîna xwe vegerin, planên pêşerojê deynin û Tevgera Çand û Hunerê li eniya pêş be da ku şoreşa demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê biser bikeve.

(fr)

ANHA


Mijarên Din